Rengê ragihandina encamên hilbijartinê gumanê bi mirov re çêdike ku PDK û YNK’ê li hev kiribin. Ji 9 endamên Komîsyona Hilbijartinê 4 jê li dij derdikevin ku encam neyên ragihandin lê li dijî 4’an bi qebûlkirina 5 endaman, encam hatin ragihandin.
SEYÎD EVRAN / ANF/ HEWLÊR
Piştî ku encamên hilbijartinê yên parlamentoyê yên Başûrê Kurdistanê hatin ragihandin di piraniya partiyên Başûr li ser encaman nerazîbûna xwe nîşan dan.
Tevgera Goran û Nifşa Nû gotin heke encamên hilbijartinê wiha bin dibe ku ew neçin parlamentoyê, li ser vê hin alî çav li rê ye dengan dîsa werin jimartin.
PDK û YNK li ser hilbijartina serokkomariya Iraqê jî ketibûn qirika hev lê dema ku mirov li daxuyaniyên van partiyên yên piştî hilbijartina serokkomariyê dinere xuya dike ku du partî li dijî partiyên dî li ev kirine, PDK û YNK’ê jî gotinên xwe yên li bara hev nerm kirine.
Piştî van daxuyaniyên nerm ên PDK’ê û YNK’ê encamên hilbijartina parlamentoyê yên Başûr ragihand.
Komîsyon bûyî du beş
Rengê ragihandina encamên hilbijartinê gumanê bi mirov re çêdike ku PDK û YNK’ê li hev kiribin. Ji 9 endamên Komîsyona Hilbijartinê 4 jê li dij derdikevin ku encam neyên ragihandin lê li dijî 4’an bi qebûlkirina 5 endaman encam hatin ragihandin.
Endamên Goran, Komeley Îslamî û Îslama Yekgirtû nedixwestin ku encam bi vî rengî werin ragihadnin. Lê endamên PDK û YNK’ê di nav xwe de li hev kirin û encam ragihandin.
PDK hikûmeteke bê YNK’Ê nahizire!
Serokê lîsteya PDK’ê û Endamê Komîsyona Seroktiyê Hêmin Hewramî got ew hikûmeteke bê YNK’ê nafikirin û deriyê wan li her kesî vekiriye. Ev jî nîşan dide ku PDK û YNK li ser hikûmeta nû li hev kirine.
Bi qeçaxî petrolê difiroşin
Vê navbeynê li Hewlêrê daxuyanî hatin dayin ku li ser firotina petrolê ya deryasayî wê tevdîr werin standin û li ser wan kesan ku bi qeçaxî petrolê difiroşin gavên yasayî werin avêtin. Piştî vê daxuyaniyê gelek kes hatin destgîrkin. Herî dawî operasyona gihaşte Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û birayê wî yê berpirsê asayişê.
Nakokiyên Nêçîrvan û Mesûd
Dema ku mirov li agahiyên Newzat Hadî û malbata derdora wî dinere, dibîne ku Hadî girêdayî Nêçîrvan Barzanî ye û destgîrkirina kesekî girêdayî Nêçîrvan Barzanî nîşana pevçûneke giran a navxweyî ya desthilatdariyê ye.
Pevçûna di navbeyna Nêçîrvan Barzanî û Mesûd û Mesrûr Barzanî de ne nû ye, piştî ku şîrketa Nêçîrvan Barzanî ya girêdayî Serokkomarê Tirk Recep Tayîp nêzî referandûmê bû ev şerê nav malbatî dest pê kiribû, piştî referandûmê, bi îstîfakirina Mesûd Barzanî ya ji seroktiya herêmê di organên çapemeniyê yên PDK’ê de hatibû gotin Nêçîrvan Barzanî çav berdaye cihê Mesûd Barzanî û ji bo vê armancê ketiye nav lîstikan.
Dema ku Nêçîrvan Barzanî çûyî kongreya sondxwarinê ya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî alîgirên Nêçîrvan Barzanî gotin, ‘’Barzanî ji bo merasîma sondxwarinê Erdogab hate vexwendin’’. Lê li şûna Nêçîrvan û Mesûd Barzanî Fazil Mîran û du kes tevlî kongreyê bûn.
Piranî nêzî Mesûd Barzanî ne
Di hibijatina 12’ê Gulanê ya Iraqê de jî û di hilbijartina 30’ê Îlonê de jî di nav namzetan de alîgirên Mesûd Barzanî ji yên Nêçîrvan Barzanî zêdetir bûn.
Di hilbijartina parlamentoyê ya Başûr de jî ji 45 wekîlan piranî jê nêzî Mesûd Barzanî ne û qedroyên sereke yên PDK’ê ne.
Pevçûna navmalbatî
Ji hêla her kesî ve tê zanîn ku petrola Başûrê Kurdistanê ji hêla Nêçîrvan Barzanî û Aştî Hawramî ve, ku ev jî girêdayî Tirkiyê ye, tê firotin. Hemû petrola qeçax û fermî ji hêla van ve tê firotin. Ji ber ku bêyî destûra van li Başûr li ser petrolê tiştek nikare were kirin.
Aştî vê kêliyê xwe nebedî kir. Kes nizane bê ka li kû ye û çi dike. Tê gotin ev operasyona li ser petrola qeçax ji hêla Mesûd Barzanî ve hatiye destpêkirin. Ji bo vê jî tê gotin operasyona ku xwe gihandiye Waliyê Hewlêrê û birayê wî berpirsê asayîşê li dijî Nêçîrvan Barzanî û Aştî Hawramî hatiye destpêkirin. Nayê zanîn bê ka ev pevçûna navmalbatî wê heta bi kû biçe. Lê rîsk heye ku giran bibe.