Li bajarê Hewlêrê ji bo wefata parlementerê serbixwe yê Amedê û Serokê KADEP’ê Şerefeddîn Elçî li navenda Nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê ya Herêma Kurdistanê mala sersaxiyê hate vekirin. Serdanên sersaxiyê serê sibê dest pê kir. Her dû kurên parlementer Elçî, Bedirxan û Rênas Elçî jî amadebûn û serdanên sersaxiyê qebûl kirin. Gelek kesayet, nûnerên partî, rêxistin û karkerên ji Bakûrê Kurdistanê çûn sersaxiyê. Nûnerên PÇDK, PYD, PDK’a Îranê, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK, Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger û herwiha karkerên ji bakûrê Kurdistanê û gelek kesayetên binav û deng çûn serdana sersaxiyê. Serdanên sersaxiyê yê Elçî wê îro jî dewam bike.
DÎHA/HEWLÊR