Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê wê Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî li dart bixe. Konferans di navbera 19 û 21´ê Kanûnê de li Hewlêrê bi rê ve biçe û gelek nivîskar, derhêner, sînemager û rojnamevanên Kurd wê beşdarî festîvalê bibin.
Li gorî nûçeya bianetê, rayedarên ku konferansê li dar dixin, dibêjin, ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê edîtorê bianet kurdiyê Murat Bayram, şair Berken Bereh, rojnamevan Ali Duran Topuz, nivîskar Pinar Yildiz û derhêner Kerem Tekoglû hatine vexwendin.
Konferans 19´ê Kanûnê li Holî Rewşenbîrî saet 16.00´an bi xwendina şiiran wê dest pê bike. Tevlî helbestvan Berken Berehî wê çar helbestvan di vê bernameyê de cih bigirin. Di Konferansê de wê rojê çar panel pêk werin ku didu ji wan serê sibê, didu jî wê piştî nîvrojê bin. Murat Bayram wê di panelê de behsa “rojnamegeriya edebî” bike ku wî par bi vê formatê pirtûka bi navê “Belkî Îşev Binive” nivîsandibû. Nivîskar Pinar Yildiz wê li ser xebatên Kirmanckiyê û nivîskariya xwe bipeyive. Di bernameyê de wê belgefilma Kerem Tekoglûyî were nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN