Greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 66’an de dewam dike, doh koma 33’yemîn çalakî dewr girt.
Endamê Nûnertiya HDP’ê yê Hewlêrê, Nasir Yagiz ê ev 66 roj in ku di grevê de ye, tevî ku rewşa tenduristiya wî ber bi xirabûnê ve diçe jî, bi biryar e heta tecrîd bi dawî nebe, ew ê berxwedana xwe bi dawî neke.
Di dema dewrgirtinê de endama Nûnertiya HDP’ê Mizgîn Arî got; “Her ku diçe rewşa tendirustiya Leyla Guven û Yagiz xerab dibe. Lewma pêwîst e ku hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û kesên ku xwe weke Kurd dibin, bibin xwedî helwêst.”
HEWLÊR