Pêr li gundê Hewramana Text ê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê merasîma Pîrşalyar birêve çû. Li gorî agahiyên Malpereke Rojhilatê Kurdistanê, merasîm dibin barîna berfê de pêk hatiye.

Merasîma Pîrşalyar merasîmeke qedîm a Hewremanê ye. Weke rê û resmekê her sal zivistanê di meha Sibatê de çêdibe. Her wiha berdewamiya vê merasîmê biharê pêk tê. Di merasîmên derwêşî yên wê herêmê de beşdar dua dikin, xwarinê çêdikin. Her wiha li defê dixin, govenda Îrfanî û tewafê dikin û helbestan dixwînin. Merasîm her sal 3 rojan tê lidarxistin. Di van 3 rojan de irf û edetên mezhebî yên mîna ‘Kilaw, ruçne, qurbanîkirina bizin û mihan, çêkirina xwarinên taybet, bibîranîn, helbest û olên îrfanî dewam dike.

Li gorî tê riwayetkirin Pîrşalyar pîrekî ruhanî bû. Her wiha yek ji kesên qîmetdarên serdema pêxember Zerdeşt bû, ji aliyê gelê Hewramanê ve rêzekê gelekî mezin jê re tê girtin. Hêjayî gotinêye ku pirtûka wî nîşanî kesên biyanî nadin. 


 HEWRAMAN