Li Hewramana Başûrê Kurdistanê dema weşandina gûzan despê kiriye, xwediyên baxan jî ji berhemê xwe yê îsal razî ne û gotin, ji ber avhewaya îsal ya hênik gûzên îsal gelek başin. Her wiha xwediyên baxan ji ber anîna gûzan ji derveyî Herêma Kurdistanê jî nerazî ne. Weşandina guzan bi darekî dirêj ji aliyê kesek ve tê kirin. Ji wî darê dirêj re jî tê gotin cel û ji kesê cel di destê wî de celweşên tê gotin. Beriya celweşên dest bi weşandina gûzan bike, despêkê binê dara gûzê ji pûş û giyayan tê paqijkirin. Piştre jî celweşên bi darê di destê xwe de li ta û çiqên darê dide. Kesên din jin, zilam û zarok tev bi hev re dest bi komkirina gûzan dikin.
HEWREMAN/ROJNEWS