Aldar Xelîl: Em dibêjin herêma ewle heya 5 km jî nabe pirsgirêk. Divê bajar nekevin ber 5 kilometreyan, nexasim bajarên li sînor. Hêzên parastina sînor divê ji gelê herêmê bin.

Dewleta Tirk ji bo têkbirina destkeftiyên li rojava û bakurê Sûrî tişta jê tê dike. Ev demeke di navbera Emerîka û dewleta Tirk de li ser herêmên ewle  dan û standin dewam dikin. Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl têkildarî mijarê peyivî.

Xelîl anî ziman ku Erdogan bi salan e li dijî têkoşîna gelan û sîstema demokratîk êrişan pêk tîne û got: “Li ber çavên cîhanê êrişî Efrînê kir û dagir kir. Beriya Efrînê; Bab, Ezaz, Cerablûs dagir kiribûn. Niha jî dibêje ‘Ez ê rojhilatê Firatê dagir bikim.’  Ne tenê rojhilatê Firatê, dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Li ber çavê cîhanê bi kuştinê gefan dixwe û dibeje, ‘Ez ê we bin ax bikim’.  Gelo heya vê astê raya cîhanî ker û lal bûye ku hemû kes li gefên Erdogan guhdarî dikin? Diyar e ku Erdogan dixwaze vegera selteneta Osmaniyan. Ji ber wê jî niha derdora Helebê girtiye. Ji bo Mûsil û Kerkûkê xwe li Başûr bi cih dike. Kelema li pêşiya Erdogan ew e ku li vir sîstemeke demokratîk ava dibe. Hêza ku vê sîstemê ava dike, DAIŞ têk bir û hevkarên wê bê bandor kirin. Erdogan jî dixwaze tola vê rake ji ber wê ewçend gefan dixwe.”

Erdogan dixwaze dagir bike

Aldar Xelîl  bal kişand ser desteke dewleta Tirk ya ji bo çeteyên DAIŞ´ê û got: “Hemû cîhanê bi çavê xwe dît ku çeteyên DAIŞ gelek herêmên ser sînorên Tirkiyê wekî Girê Spî kiribûn bin destê xwe. Erdogan deriyê sînor ji çeteyan re vedikir û dan û standin pê re dikir. Gelo DAIŞ li ser wan ne xetere bû û ne terorîst bû? Dema DAIŞ li ser sînorê dewleta Tirk bû tu metirsî ji bo wan çênedibû. Lê niha projeya demokratîk li ser sînorê wê bi pêş dikeve, li dijî wê jî gefan dide û êriş dike. Ev gef ne şantaj in. Erdogan bi rastî jî dixwaze herêmê dagir bike û ji bo wê li hincetekê digere. Hêzên Koalîsyonê di dema Minbicê de jî û niha ji bo rojhilate Firatê jî bi Tirkiyê re di nav dan û standinê de ne. Emerîka ne ji bo çavên me, ji bo berjewendiyên xwe ketiye nav hewldanan. Îtifaqa ku di navbera Emerîka û Tirkiyê de çêbe, wê gelek tiştan diyar bike, bê ka Erdogan wê gefên xwe pêk bîne yan na.  Tirkiye gelekî bi israr li hincetekê digere da ku herêmê dagir bike.”

Pêwîstiya herêmeke ewle heye

Aldar Xelîl ji bo avakirina ‘herêmeke ewle’ diyar kir ku pêwîstiya wan jî bi herêmeke ewle heye û wiha axivî: “Herî kêm herêmeke ewle hebe wê me ji Tirkiyê biparezê. Dewleta Tirk jî vê dixe hincet ku dibêje bila herêmeke ewle hebe lê derdê wan ne ji bo parastinê ye. Ji ber ku me tu carî êrişî Tirkiyê nekiriye û me negotiye ku em ê erdê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dagir bikin. Lê Erdogan hesaban dike û li bendê ye ku em ê ji herêma ewle re bibêjin na û bi bahaneyê jî herêmê dagir bike. Herêma ewle ji bo me ne pirsgirêk e lê hinek xisletên wê yên nazik hene em dikarin guftûgo bikin. Mînak; firehbûna herêmê, hêzên lê cih bigirin, hebûna dewriyeyê, rewşa dagirkirin û guhertina demografiya Efrînê, mijarên nîqaşê divê di nav hevdîtinan de bên guftûgokirin.”

Heya 5 km jî nabe pirsgirêk

Aldar Xelîl ji bo şertê Tirkiyê yê ‘herêmek ewle’ bi 32 km got: “Tirkiye ji bo herêma ewle 32 km’yan dixwaze û ev jî nayê qebûlkirin. Di 32 kîlometreyan de rêveberiyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê namîne ku herêmeke ewle bê avakirin. Tirkiye dibejê ‘bila di navbera min û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de herêmeke ewle hebe’, jixwe 32 km mesafe rêveberiya herêmê ye. Tirkiye vê bi zanebûn dike ku dixwaze rêveberiyê tune bibe. Me jî gotiye ku heya 5 km jî nabe pirsgirêk.  Di nav 5 km de divê bajar ne di nav de bin û bajarên ku li ser sînor in, divê li derveyî herêma ewle bin. Hêzên parastina sînor divê ji gelê herêmê bin. Ev mijar hê jî di nav guftûgoyê de ye û dewleta Tirk jî di nav xwe de li hev nekiriye. Lê Tirkiye her bi gefan û êrişan dixwaze tiştên xwe bide ferzkirin.”

Provokasyona bûyera Serêkaniyê

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di dawî de diyar kir ku dewleta Tirk ji bo bingaha êrişan, bi şerê taybet rihê berxwedanê dixwaze bişikîne û got: “Bi şerê taybet, leşkerî û îstîxbaratî dixwazin herêmê tevlihev bikin. Mînak; Hakan Fîdan beriya demekê got ‘wextê ku em bixwazin şer bikin ji aliyê Sûriyê de bi avêtina çend topan şer bidin destpêkirin û bibêjin em mafê parastinê bi kar tînin û êriş bikin’. Di demeke girîng de ku şandeya Emerîkayê di civînê de bû hin kes/kesan ji aliye Serêkaniyê ve top avêtin Ceylanpinarê. Ev bûyereke provokasyonê bû û armaca wê derxistina tevliheviyê bû. Xwestin ji şandeya Emerîkayê re peyama ‘Ew êrişî me dikin’ bidin.  Bi zanebûn hat kirin û bi hincetekê Tirkiye zextê li şandeya di nav hevdîtinê de bike û êrişî herêmê bike. Lê hêzên peywendîdar yekser mudaxele li bûyerê kir û kesek girtin. Niha jî hin pîlanên MÎT’ê ji bo sûîqasta kesên navdar hene. Bi van pîlanan dixwazin tirsê di herêmê de çêkin û morala gel bişikînin. Ev jî ji bo dewleta Tirk ne nû ye ku di nîvê Parîsê de siyasetmenderên Kurd şehîd xistin. Dijminên wiha ji bilî tunekirinê bi tiştekî razî nabin.”

MÛRADA KENDA / ANHA/QAMIŞLO