Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de çalakiya sûîqestê û sabotajê hate kirin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya li Îdirê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: “18’ê Kanûnê, gerîlayên YJA-Starê li qada Kirê Kor a Îdirê li dijî leşkerên li qereqola Korxanê çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Wesayîteke zirxî hat îmhakirin

16’ê Kanûnê jî gerîlayan li navçeya Başan a Îdirê li dijî konvoyeke wesayitên zirxî ya artêşa Tirk a dagirker ku ber bi qereqola Aydinlarê ve diçû çalakiya sabotajê kirin. Panzereke di konvoyê de hate rûxandin û tevî leşkerên tê de hate îmhakirin. Hejmare leşkerên di wesayitê de nehate tespîtkirin.

Yekîneyên me yên di çalakiyan de cih girtin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.

16’ê Kanûnê bi şev balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Dola Şivemêzê ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zirar negihişt hêzên me.”

 

ANF/BEHDÎNAN