Şaredariya Îdirê li kargeha li ser rêza Mîlletê, Mala Çandê û Jiyanê ya Ciwanan vekir. Hevşaredarên Îdirê Murat Yîkît, Şaziye Onder, hevserokên DBP û HDP'ê û gelek kes beşdarî merasîma vekirinê bûn. Di merasîma vekirinê de ekîbên folklorê govenda herêmî pêşkêş kir. 

Hevşeradar Murat Yîgît di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku xebatên çandî yên bi vî rengî wê bidomin û wiha dewam kir: "Bajarê me, bajarekî rengîn e. Li bajar Azerî, Kurd, Terekeme mirov hemû bi cihêtiya xwe yên qewmî û olî ji bo ku çanda xwe bidomînin em ê xebatên xwe yê bi vî rengî bidomînin."


Hemû çand dikarin xwe îfade bikin

Hevşaredar Şaziye Onder jî anî ziman ku li mala çandî ya hate vekirin, her kes dikare bi ziman, çand û rengê xwe hebûna xwe bidomîne û îfade bike. Onder wiha peyivî: "Xebatên çandî, malên çandê, malên ciwanan ên ku rengên bajarekî nîşan didin, ji bo şaredariya me kêm bûn. Ev tişta ku bi salan e pêwîstî pê heye, ji ber ku di dema me de pêk hat, em kêfxweş in. Li Îdirê gelek çand hene. Cihekî welê ye ku hemû çand dikarin xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê jî me ev navend vekir da ku hemû gel, ziman, reng û çand xwe karibin lê îfade bikin."

Piştî axaftinan ekîba folklorê derket ser dikê. Piştre qurdele hat birrîn û dengbêjan klamên xwe gotin. 


DÎHA / ÎDIR