Balafirên Rûsyayê doh derdora cihê derbasbûna karwanê leşkerî yê dewleta Tirk li gundewarên başûrê rojavayê Helebê bombebaran kir. Her wiha şerên li gundewarên Idlib û Helebê tevî bombebarana dijwar, dewam dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên rejîmê yên şer û helîkopterên wê bi dehan êrişên asîmanî pêk anîn û bombeyên bermîlê bi ser Seraqib û gundewarên wê, Sermîn, El-Nêreb, Avis, Has û cihên din li gundewarên rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê de barandin.

Tevî vê yekê, hemwext bombebarana dijwar a balafirên Rûsyayê li ser herêmên cuda yên gundewarên Helebê, pêk tê. Balafirên Rûsyayê derdora kerwanekî artêşa Tirk li nêzî gundê Kefer Heleb ê gundewarên başûrê rojavayê Helebê piştî ku derbasî erdên Sûriyê bû, bombebaran kir.

Hêzên rejîmê herêm û nuqteyên din li gundewarên Idlib û Helebê bi dest xistin. Li aliyekî din jî hemwextî topbarana bejahî û asîmanî ya dijwar, şerekî giran bi komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk re rû dide.

Ji destpêkirina şer di 24`ê meha borî de, hêzên rejîmê herêmên Zêtan, Xelsa, Xan Toman, depoyên Xan Toman, El-Xalîdiye, Recim, Telûl Hezmer, Xirbet Xirs, Til El-Zeytûn, El-Raşîdên, El-Xamise û Merata yên Helebê, her wiha gelek nuqte û girên din li gundewarên rojava û başûrê Helebê bi dest xistin.

Dewleta Tirk a dagirker hêza xwe li derdora Idlibê xurt kir û alîkariyên leşkerî ku ji 40 erebeyên leşkerî pêk tên, doh destê sibê di dergeha Kefer Losîn ya bakurê Idlibê re derbasî erdê Sûriyê kir.

Li “herêmên bêçek” şerên dijwar rû didin. Hêzên rejîmê piştî ku Maret El-Nûman bi dest xist, li gundewarên Idlibê bi pêş ve diçe. Çeteyên dewleta Tirk jî êrişî hêzên rejîmê li gundewarên Helebê dikin. Ev pêşketin piştî êrişa serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a li dijî Rûsyayê ku gotibû êdî tiştek bi navê Soçî û Astane nemaye, pêk tên.

 

 HELEB