Artêşa Sûrî li Idlibê operasyoneke berfireh bi piştgiriya Rûsyayê daye destpêkirin. Di operasyona Artêşa Sûrî de 6 eskerên Tirk hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Artêşa Sûrî ya roj bi roj pêşde diçe 3 kîlometreyan nêzî Seraqibê bûye. Ev der ji bo Idlibê cihekî krîtîk e. Artêşa Sûrî top avêt benda kontrolê ya artêşa Tirk a li Seraqibê û di encamê de bi kêmanî 6 eskerên Artêşa Tirk hatin kuştin, yek jê giran 9 jî birîndar bûn.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî da zanîn ku di êrişa Tirkiyeyê de 6 leşkerên Sûrî jiyana xwe ji dest dane. Erdogan îddîa kiribû ku 30-35 leşkerên Sûriyeyê mirine.
Serekçete Erdogan piştî ku eskerên wan hatin kuştin axivî û mîna bajarekî Tirkiyê be axivî û dema qala Sûrî kir mîna hêzên dewleteke din ên ketibin bajarekî Tirkiyê axivî û îddîa kir ku wê operasyona xwe ya li Idlibê dewam bikin.
HELEB