Li Idlibê ji pêr ve Sûrî bi piştgiriya Rûsyayê pêşde diçe. Lê doh piştî nîvro dewleta Tirk û çeteyên wê xwe şidandin, bajarokê Neyreb paşde stendin; 2 tang û helîkopterek teqandin. Lê dema me nûçe amade dikir Sûrî Neyreb car din stend.

Li aliyê din, bi piştgiriya hewayî û bejahî ya Rûsyayê, artêşa Sûrî li Idlibê bi pêş ve diçe. Artêşa Sûrî temamê otobana M5 kontrol kir.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku hêzên Sûrî temamê otobana M5 a li Idlibê kontrol kirine.

Rejîma Sûriyeyê li ser otobana Heleb-Şamê ku weke M5 tê naskirin, ji sala 2012'an ve ne serdest bû.

Tirkiyê têkildarî Idlibê bi Rûsya re hevdîtin kir, lê heta niha tu encam ji hevdîtinê derneket. Niha jî nûnerê taybet ê DYA'yê yê Sûriyeyê James Jeffrey berê xwe da Enqereyê. Serokê MHP'ê Bahçelî jî ji AKP'ê xwest ku ketina Şamê têxe plana xwe û dersê bide Sûriyeyê. Erdogan jî gef li Sûrî xwarin û çav li rê ye, îro der barê helwesta xwe de dîsa zirta bide xwe.

Di şerê heta niha yê Idlibê de 12 eskerên Artêşa Tirk mirine.

 

IDLIB