Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete doh serê sibehê li rojhilatê Idlibê û Helebê dest bi êrişeke berfireh kirin. Piştî êrişê ku dewleta Tirk bi obus, tank û çekên giran piştgiriya wê kir, li herêmê şerekî dijwar rû da.
Balafirên şer ên artêşên Rûs û Sûriyeyê bombe li baregeha leşkerî ya Taftanazê ya li başûrê rojhilat ê Idlibê barandin. Li gorî agahiyan ji ber bombardûmanê gelek leşker û çeteyên dewleta Tirk mirine.
Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk jî li xwe mikur hat ku 5 eskerên wê hatine kuştin û 5 esker jî birîndar bûne.
Artêşa Tirk ku ji destpêka meha Sibatê ve herî kêm bi 1480 wesayitên leşkerî sewqiyat li Idlibê kir, beşeke girîng a vê hêzê li baregeha hewayî ya Taftanazê bi cih kiribû.
ANF/HELEB