Ji Nûnerên Rêxistina Efûya Navneteweyî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn ê li Şaxa Swîsreyê Reto Rûfer, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li dijî çapemeniya azad û binpêkirina mafan ji ANF’ê re nirxand…

Rûfer diyar kir ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî dabûn dewleta Tirk, dengê xwe kir ku pêwîst e di çarçoveya OHAL’ê de tevdîrên ku wê dengê mûxalefetê kêm bikin nekevin meriyetê.

Rûfer ragihand ku otorîteyên Tirk di çarçoveya OHAL’ê de berê xwe daye beşên mûxalîf, wiha axivî: “Mînaka vê ya herî dawî jî girtina rojnameya Kurd a Ozgur Gundemê û girtina 24 xebatkar û Rojnamevan-Nivîskar Asli Erdogan e. Rêxistina Efûyê, di rojên piştî darbeyê de xwe gihandiye şahidên ku dibêjin li girtîgehan êşkence pêk tê û di vê mijarê de ji bo hikûmet lêkolînek serbixwe pêk bîne serlêdan kiriye.”


Li Îmraliyê mafên bingehîn tên binpêkirin

Rufer diyar kir, tecrîda li ser Ocalan binpêkirina heqê sereke yên mirovî ne û got, ‘’Ji bo Rêxistina Efûyê tiştekî zelal heye; ev jî ew e ku di meseleya Birêz Ocalan de jî divê hurmet ji bo heqên sereke yên girtiyan were nîşandan. Li gorî agahiyên ji Rêxistina Efûyê hatine girtin, Birêz Ocalan, ji 2015’an ve ne bi malbata xwe re û ne jî bi parêzerên xwe re ne hevdîtin pêk neaniye. Ev hemû têne wê wateyê ku heqên serke yên mirovî hatine binpêkirin.’’



‘CPT xwedî mafê serdanê ye yê bêsînor e’

 Nûnerê Rêxistina Efûyê Reto Rûfer li ser tecrîda li ser Ocalan şîrove kir bê ka divê rola CPT’yê çi be û got: “CPT ku girêdayî Konseya Ewropayê ye, xweyi roleke zela e û ev rola wê jiya Rêxistina Efûyê ku bi kampanyayên civakî dixebit, ji ONG’ya cihêtir e. CPT bêhtir, bi ziyaretên girtîgehan miemeleyên ku girtî dibînin dipîve. Delegasyonên CPT’yê di vê mijarê de xweyî heqekî bêsînor e û dikare biçe hemû girtîgehan. CPT di her ziyareta xwe de ji bo dewleta têkildar raporên berfireh dişîne û ev rapor piranî caran veşartî ne.’’



SERKAN DEMİREL/ANF/BERN