
Li Îngilîstanê, ji bo perwerdehî û fêrbûna Kurdî ji aliyê komek dildar ve kampanyayek hat destpêkirin. Armanca sereke ya kampanyayê ew e ku ji bo xwendekarên dibistanên navîn ên di bin banê GCSE de yên temenê wan 14-16 salî ne, Kurdî weke dersa zimanê biyanî bê dayîn û ji bo zarokên temenê wan ji 16 û jortir jî ev derfet di kolejan de bê dayîn.
Kampanyaya Sentîfîkaya Giştî ya Seretayî ya Kurdî (GCSE) ji aliyê Kurdên ku bi salanin li Îngilîstanê dijî ve tê meşandin. Piştî medyaya civakî û hevdîtinan, kampanya eleqeye civakên din jî dikişîne.
Niha ji bo kampanyayê wekî dilsoz encumenên şaredariyê, hîndekarên zanîngehê, mamoste, xebatkarên bankayê, nûnerên komeleyê, doktor, hemşîre , xwendekarên zanîngehê jî di nav de 20 kes bi awayekî aktîf xebatan dimeşîne. Di nava van kesan de ji kesên ku çar parçeyên Kurdistanê, Kurdên li Londonê dijÎn, yên li Lubnanê dijîn cih digirin û her wiha îngîlîz û tirkên ku Kurdî jî dizanin cih digirin.
Pirtûka Kurdî tê amade kirin
Ji bo ku kampanya bigihêje armanca ku sê komîsyonên cuda hatin avakirin. Komîsyona akademîk dest bi amadekirina pirtûka GCSE’yê ir. Du komîsyonên din jî jib o ku pirtûka GCSE bikeve jiyanê li Îngîlîstanê bi sazî û parlamenteran re hevdîtinan dikin û hem saziyên Kurd û hem jî şexsiyetên din tîne ba hev.
Lîsteya mamosteyên Kurd
Kesên ku di kampanyayê de cih digirin û sazî her meh dicivin û xebatên komîsyonê dinirxînin. Dilsozên kampanyayê pirtûkên KurdÎ yên ku li welatên din hatine çapkirin berhev kirine, ji bo mamosteyên ku li Îngîlîstanê dersa Kurdî bide lîste amade kirin.Niha ji bo ku ev mamoste tevli kursên pedagojîk bibe li çavkaniyên aborî digerin. Di heman demê de ji bo mamosteyên nû bê gihandin jî li çavkarniyan digerin û bang li karsazên Kurd yên Îngîlîstanê dikin.
Li ser înternetê kampanya
Bi armanca ku kampanya bê nasîn malpera www. kudishgcese.org hate avkirin. Her wiha Facebook jî tê bikaranîn û gel der barê kampanyayê de tê agahîdar kirin. Kurd û her kesê bi kampanyayê re eleqeder dibin, dikarin tevli koma vekirî ya gel bibin û bişopînin.dilsozên kampanyayê bi belavok û posteran xebatên xwe zêde dikin.
Li Îngîlîstanê 250 hezar Kurd dijîn
Ji dilsozê kampanyayê Zana Genç û Janroj Keleş xebat û hedefên xwe vegot. Janroj Keleş der barê mijarê de wiha got: “Em Kurdên ku li sirguniyê dijîn ji bo ku Kurdî li Îran, Suriye û Tirkiyeyê wekî zimanê perwerdê bê qebûlkirin, dixebitin. Li Îngîlîstanê gelek polên amadeyî yên GCES tên hene. Lê mixabin ya Kurdî tuneye. Li Îngîlîstanê 250 hezar Kurd dijîn. Li dibistanê Londonê gelek xwendekarên Kurd hene û ji ber ku GCSE ya Kurdî tune ev kêmasiyeke mezine. Ji bo vê kêmasiyê me kampanyayek wisa da destpêkirin. Armanca me ev eku Kurdî di bin bana GSCE yê de ji bo xwendekarên 14-16 salî bê dayîn. Ligel vê ji bo ku Kurdî li saziyên din yê London û Îngîlîstanê bê dayîn hewldanên me hene. Em di wê baweriyê de ku de kampanya serkeftî be.”
Zana Genç jî diyar kir ku heta niha hevdîtinên wan yên ji bo kampanyayê erînî bûn û wiha got: “Me hin xal zelal kirin û me hîmê kampanyayê avêt. Me xebatên nasandinê da dest pêkirin. Me gelek enstîtu, komele û organîzasyon ziyaret kir.”
Lîsteya sazî û navendên ku piştî dane wiha ne: “Komeleya Piştevaniya Bajaroka Bakiş a Elbîstanê (Bakiş-der), Rêxistina Xwendekar û Lêkolînerên Kurd (KSSO), Tora Kurdên Profesyonel (KPN), Navenda Çanda Elewiyan a Îngîlîstanê û Mala Cemê, Kom-Kar, Navenda Civaka Kurd a Harîngey, Komeleya Kar a Penaberan (Gîk-Der), Navenda Piştevaniya Civaka Kurd û Tirk (Day-Mer), Kurdish Housing Association (Yekitiya Îskan a Kurdan), Navenda Piştevaniya Kirkisrak, Plymouth Kurdish Exile Centre (Navenda Kurdên li Sirgunê ya Plymouth).”
GCSE?
Li Îngîlîstanê mirov xwedî GCSE yê bin, tê wayeta fêrbûna akademîk. Îngîlîstan li Galler û Îrlandaya Bakur xwendekarên 14-16 salî di gelek mijarên cuda de digire GCSE yê. Li gorî pergala notan A* ya herî mezine û G jî ya herî kêm e. Ev notana jî ji bo mirov di saziyên perwerdehiyê de perwerdeya xwe bidomînin gelek girîng e.
ANF/LONDON