Ji sendîkayên sereke yên Brîtanyayê Unite the Union, GMB û hin sendîkayên din serkêşiya kampanyayê dikin. Înîsiyatîfa kampanyayê yekser bang li rayedarên Tirk dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û Ocalan jî weke berdevkê sereke yê Tevgera Rizgariya Gelê kurd, stratejîst û parêzerê çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyeyê bi riyên aştiyane tê terîfkirin.
Înîsiyatîf bi îmzeya Sir Paul Kenny, Ocalan weke kilîta çareseriyê bi nav dike û dibêje, azadkirina wî ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyeke mayînde bivênevê ye. Înîsiyatîfa kampanyayê bi van gotinan bang li şexs û rêxistinan kir ku destekê bidin kampanyayê û di çalakiya destpkirina kampanyayê de amade bin. Di vê çalakiyê de Sekreterê giştî yê GMB Tim Roache, alîkarê sekreterê giştî yê sendîkaya Unite the Union Steve Turner, karmendê buroya navneteweyî ya GMB Bert Schouwenburg, parlamenter Kate Osamor, parlemantera HDP´ê Pervîn Buldan jî wê weke qiseker amade bin.
LONDON