Tekîn got, "Bi qasî 2 sal in komeleya me tinebû, ev yek ji bo me windahiyeke mezin bû. Bi vekirina komeleya xwe ya nû, bi hevalên xwe yên nû yên xebatkar re, em gelekî kêfxweş in."
Aysel Gokalp jî bal kişand ser girîngiya xebatên jinê. Gokalp diyar kir ku eger li saziyekê xebatên jinê kêm be, di gihandina feraseta xizmetê û meşandina xebatên wê saziyê de kêmasî hene û destnîşan kir ku ji bo ji holê rakirina vê kêmasiyê ew ê ya ji destê wan tê bikin.
Rîchard Berger jî bal kişand ser girîngiya saziyên li Ewropayê û destnîşan kir ku divê nava van saziyan bê dagirtin. Berger got, "Li welatê me, dibe ku girîngtirîn hilbijartin tê kirin û mîna li tevahiya Ewropayê li Awûstûryayê jî bi fedekariyeke mezin xebat dewam dikin. Bi dîtina min divê saziya me ya li Înnsbruckê jî tavilê tevkariyê li vê xebatê bike."
Piştî axaftinan hunermendên beşdar berhemên xwe pêşkêş kirin û merasîma vekirinê bi gerandina govendê bi dawî bû.
ÎNNSBRUCK