Li Îranê, girtîgeh ji ber şewba vîrûsa koronayê bi giranî hatin valakirin. 10 hezar mehkûmên din jî wê bi wesîleya Newrozê bên efûkirin.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, lîderê olî Ayetûllah Alî Xamaney wê 10 hezar girtiyan Efû bike. Di nava wan de girtiyên siyasî jî hene ku kêmî 5 salan cezayê girtîgehê li wan hatiye birrîn.
Berdevkê lîderê ruhanî, Esmaîlî got, ji bo welêt efûya herî girîng e ku ji bo girtiyên siyasî tê ragihandin. Wî wekî din da zanîn ku girtiyên ji ber şewba vîrûsa koronayê hatin berdan jî wê li hepsê neyên vegerandin.
Rejîma Îranê herî dawî biryar dabû, ji ber vîrûsa koronayê 85 hezar mehkûmî bi rengekî demkî berde. Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî li girtîgehên Îranê 189 hezar 500 girtî hene. Di nava wan de bi sedan kes hene ku meha Mijdarê di raperîna gel de hatibûn girtin.
TEHRAN