Li Îranê, balafira şîrketa hewayî ya Ûkraynayê Boeîng 737 kete xwarê. Di balafirê de zêdeyî 170 kes hebûn û ti jê nefilitî.

Hate ragihandin, balafira rêwiyan a şîrketa rêyên hewayî ya navneteweyî ya Ûkraynayê, demeke kurt piştî ku ji balafirgeha navneteweyî ya li Tehranê bi hewa ket, li bajarê Şahrîar ê li rojava destpêkê agir pê ket û piştre kete xwarê.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand, rêwî û personelên di balafira Boeîng 737 de hemûyan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rayedarên Ûkraynayê di balafirê de 167 rêwî û 9 personel hebûn. Balafir ji Tehranê diçû Kîevê.

Sedema dramê nayê zanîn, lê belê di demekê de ku aloziya nabera DYE û Îranê giran bûye rû da. Ajansa nûçeyan a Farsê diyar kir ku balafir ji ber pirsgirêkên teknîkî dibe ketibe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li nêzî santrala nukleerî ya Îranê erd hejiya

 

Li nêzî santrala nukleerî ya Bûşehrê ku li başûrê rojava yê Îranê ye bi şîdeta 4.5 pileyî erd hejiya.

Li gorî enstîtuya jeolojiyê ya Emerîkayê, erdhej li gorî dema herêmê saet di 06.49’an de li qadeke bi 17 kîlometreyî li başûrê rojhilat ê bajarê Borazjanê bi 10 kîlometreyan di binê erdê de pêk hat.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Îrnayê, bajarê Bûşehrê ku santrala nukleerî lê ye bi erdhejê hesiya. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehat û xisara madî rû neda.

Beriya du hefteyan jî li heman herêmê bi şîdeta 5.1 pileyî erd hejiya bû û tiştek bi kesî nehatibû.

Li santrala nukleerî ya Bûşehrê hezar megavat hilberîn tê kirin. Santrala ku ji aliyê Rûsyayê ve hate çêkirin di sala 2013’an de hatibû radestkirin.

Îran li ser gelek plakayên tektonîk e. Di Mijdara 2017an de li wîlayleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi tundiya 7.3 pileyî erd hejiya bû û 620 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 

 

 TEHRAN