Welatên rojava bala xwe dane ser vê hilbijartinê. Bi taybetî, nayê texmînkirin ku di mijara bernameya nukleerî de heta 14'ê Hezîranê ti gav bên avêtin. Ji ber vê yekê, li benda kesê ku têkeve şûna Ehmedînecad e. Ehmedînecad li gorî destûra bingehîn nikare cara sêyemîn bê hilbijartin.
Ji aliyê polîtîkaya derve ve Îranê di nava sala dawî de di mijara danûstandinên nukleerî de hin gav avêtin. Lê ji xebatên xwe yên dewlemendkirina ûranyûmê venagere. Welatên rojava jî hewl dide bi pêkanîn û gefan, bi rejîma Îranê re paşve gav bidin avêtin.
Hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê, di vê pêvajoya guhertinên li Rojhilata Navîn de gelekî girîng xuya dikin. Ji xwe hilbijartinên Serokkomariyê wê siberoja Îranê diyar bike. Pirsgirêka Îranê ne tenê bûyerên li welatên cîran û dorpêça navnetewî ye, di nava xwe de jî xwedî rewşeke giran a aborî û civakî ye.
Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê zêdeyî 600 kesan namzetiya xwe nîşan dan. Ji van 100 namzet, xwedî potansiyeleke xurt in. Lê ji van bi tenê 10, wê ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn ve werin erêkirin. Tê payîn heta 23'ê Gulanê çar an jî pênc namzet bên erêkirin. Ev yek jî wê dengeya hêzan hîn zelaltir raxe ber çavan.

Ehmedînecad piştigiriyê dide Maşaî


Yek ji namzetan, serkêjê danûstandinên nukleerî û nûnerê yekser ê lîderê olî Seîd Celîlî ye. Li hemberî wî jî, Îsfendiyar Rahîm Maşaî yê nêzî Mahmûd Ehmedînecad disekine. Ev yek, rewşê gelekî zehmet dike. Bi taybetî, eger namzetê Ehmedînecad ji Konseya Parastina Destûra Bingehîn derbas bibe, hingî pêşdîtina encamên hilbijartinê gelekî zehmet dibe. Çavdêrên siyasî dibêjin, namzetiya Maşaî were rekirin jî wê bi hêsanî paş ve gav neavêje. Lê ne diyar e, wê pêvajoyeke bi çi rengî rû bide. Ehmedînecad ê piştigiriyê dide Maşaî, ji aliyê derdora muhafazakarên tund ve, bi dûrketina ji îdeolojiya fermî tê rexnekirin. Hukûmet jî di nava Ehmedînecad û vê derdorê de maye.
Serokkomarê berê yê 78 salî Ekber Haşemî Rafsancanî yê weke "nerm" tê binavkirin, Şemiya derbasbûyî namzetiya xwe nîşanda û suprîz kir. Çavdêr dibêjin, eger namzetê Ehmedînecad were redkirin, wê pêşbirk bi Rafsancanî dewam bike.

Rafsancanî namzetê dengê oldarên kevneperest, muxalefeta navend û reformxwazan e. 


ANF/TEHRAN




Namzetiya Jinan hate betalkirin


Li Îranê, ku jin ji gelek mafan bêpar in, namzetiya wan a ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên 14'ê Tîrmehê jî hat betalkirin.
Endamê Konseya Parastvanên Destûra Bingehîn a Îranê Mûhammed Yezîdî da xuyakirin ku, li gorî destûra bingehîn jin nikarin bibin namzetên Serokkomariyê. Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê Mehr ragihan ku Yezîdî diyar kiriye ku destûra bingehîn destûrê nade namzetiya jinan ji bo serokkomariyê û ji ber vê yekê jî namzetiya jinan "qedexe" ye.
Tevî ku erêkirina namzetiya wan ne dihat payîn, ji bo hilbijartinên 14'ê Tîrmehê 30 jinan namzetiya xwe nîşan dabûn.  Li gorî çavdêran, di mijara namzetiya jinan a ji bo serokkomariyê de, destûra bingehîn xwedî nakokiyan e û ne zelal e. Li gel vê yekê jî, tê payîn bi vê biryara dawî re ev mijar bê girtin.
Hêjayî gotinê ye, li Îranê jin dikarin bibin namzetên parlamenteriyê û dikarin têkevin meclîsê.




Piştî hilbijartinê îdam


Hate ragihandin ku, rêveberiya girtîgeha Urmiyeyê ji 2 birayên hev û girtiyên siyasî yên Kurd bi navê Hebîb û Elî Efşarî re gotiye ku ew dê piştî hilbijartinê bêne darvekirin. Herwiha du birayên wan yên din jî li girtîgeha Urmiyeyê girtîne.
Li gorî nûçeyekê ku ji aliyê navenda parastina mafê girtiyên sivîl û siyasî ve hatiye belavkirin, berpirsyarên girtîgeha Urmiye û dozgeriya girtîgehê, bangî du birayên girtî yên siyasî yên bi navê Hebîb û Elî Efşarî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn kirine û ji wan re ragihandine ku, ew dê piştî hilbijartina serokkomariya Îranê bêne darvekirin.
Li gorî agahiyên ku yekî ji malbata Efşariyan daye birêvabiriya girtîgehê berî bi demakê ji wan re bi awayekî fermî ragihandiye ku, ji ber hilbijartinê darvekirina wan hatiye paşxistin lê hema piştî hilbijartinê ew dê bêne darvekirin.
Endamê malbatê ku berî bi demekê çûbû serdana girtiyan, diyar dike ku rêveberiyê mafê parêzeran jî nedaye wan.
Herdu birayên Efşarî ji bajarê Mehabadê ne û berî bi salekê ji aliyê dadgeha Înkilabî ve bi tewanbariya neyartiya Xwedê hatibûn girtin û cezayê dijmirovî yê darvekirinê li wan hatibû birîn.
Herwiha du birayên wan ên din jî bi navê Cefer û Welî Efşarî ji ber sedema li dijî ewlekariya neteweyî xebat kirine li heryek ji wan 5 sal cezayê zindanê hatiye birîn. Herçar bira jî niha li zindana Urmiyeyê têne girtin.