Di beşa yekemîn de nûnerên rêxistinên Îranî; yên partiya Gel a Belucîstan, PJAK, Yekitiya Demokratîka Netewî ya Başurê Azerbaycanê, Tevgera Têkoşîna Ereban a bo Azadiya Ahwaz, Komala, Konseya Kurd ya Swêdê û Kurdocide Watch (CHAK) û di beşa duyemîn de jî nûnerên partiyên Swêdî; yên wekê  Partiya Gel, Partiya Çep, Partiya Keskan nêrînên xwe anîn ziman.


Zext zêde dibin

Moderatoriya semîneran berpirsa Karê Derve ya Partiya Çep a Swêdê Yekbûn Alp kir û  di destpêk û bi dawîbûna panelê de beşên ji nameyên ku Ferzad Kemanger nivîsîbû hatin xwendin. Di semîneran de der barê zext û darvekirinên li Îranê de fîlm hat nîşandan. Serokê Kurdocîde Wathc(CHAK) Azad Heydarî axaftina destpê kir.  Heydarî got rejîma Îranê 4 peymanên navnetewî binpê dike û got: “Piştî Hasan Ruhanî hate hilbijartin şûnde di darvekirin û binpêkirina mafan de zêde bûn çêbûne. Bi taybet li ser gelê kurd.

Ji bo Ahwaz çalakî

Ji bo azadiya Ahwaz li ser navê Tevgera Têkoşîna Ereban Huda Hasashîmî axivî û zextên li ser Erebên li herêma Ahwaz nirxandin. Hasashîmî diyar kir ku ji sala 1925’an heta niha Erebên li Ahwaz dijîn di bin zextan de ne û mafê wan hatine înkarkirin û kesên li dijî vê dertên jî rastî şîdet û darvekirinê tên. Hasahîmî got: “Li Ahawazê rêjeya xwendin û nivîsandinê gelek kême. Nexweşiya pençeşêrê zêde ye. Azadiya fikr û ramanê tune.”

Ne Faris bî xeter î

Nûnera PJAK’ê Josef Soltanî jî axivî û got piştî di 1921’ê de Riza Pehlevî dewlet bi darbeyê bidest xist hemû raye li Tehranê berhev bûne û komên olî û etnîk ketine bin rîskê. Soltanî da zanîn ku hedefa Pehlevî ev bû ku tenê neteweke ku Farsî diaxivin û Şîî bin ava bikin. Soltanî di berdewamiya axaftina xwe de got raporên veşarî yên ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine amakirin nîşan dide ku ji sedî 62’ê Îranê ji komên cuda yên etnîk pêk tên û got: “Aktîvîstên ne farsî ne ji aliyê rejîma Îranê ve wek sîxûr tên dîtin û rastî cezayên giran tên.Li ser PJAK’ê jî zextên hovane tên meşandin. Endamên wê rastî cezayên darvekirinê tên. PJAK ji bo azadiya hemû gelan têdikoşe."

Civak dibin zextê de ye
Ji Yekitiya Demokratîk a Netewî ya Başurê Azerbeycanê Alî Reza Ardabîlî got gelê Azerî di bin zextên mezin de dijîn û mafê wan tên înkaririn û dema daxwaza mafên xwe dikin rastî cezayan tên. Nûnerê Komala jî axaftinek kir û balkişand ser zext û bê edeletiyên li Îranê û got Îran bi pirsgirêkên cidî yên aboriyê re rû bi rû ye.



MÛRAT KÛSEYRÎ/STOCKHOLM