Li Zanîngeha Kurdistanê gelek kesên din hene ku li beşên din ên mîna civaknasî, derûnnasî, ziman û edebê Ingilîzî yan jî zimanzaniyê profesor yan jî mamoste ne, û ew elaqedar in bi ziman û edebê Kurdî yan jî bi çanda Kurdî, bajarvanî û gelek tiştên wisa. Ew jî li beşên xwe karê zanistî dikin li ser Kurdan.
LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN
Berpirsê Înstîtuta Kurdistannasiyê li Zanîngeha Kurdistanê ya li Sinê, Dr. Behrûz Çamanara (Behrooz Çamanara) li ser rewşa lêkolînên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyivî. Ew xweşbîn e ku zanist û lêkolîna Kurdî bi pêş dikeve û nexasim jî li Rojhilatê Kurdistanê rewş ev e. Behrûz Çamanara mamosteyê ziman û edebê Kurdî ye jî di Beşa Ziman û Edebê Kurdî de û dibêje, li vê beşê jî salane 40 ta 50 xwendekarî xwe qeyd dikin û îsal beş wê mezûnên xwe yên yekem jî derbixe. Li ser peywendiyên li gel Rojava, ji ber şertên heyî, bi ya wî zanîngehên li Rojava hîna ne di wê astê de ne ku ew karibin bi wan re peymanan deynin. Axir Dr. Çamanara ji bo peywendiyên bi lêkolerên ji Bakur û Rojava re tenê karî agahiyên li ser asta zanîngehên fermî bide.
Tu weke mamosteyê zanîngehê li Zanîngeha Kurdistanê dikarî çawa rewşa heyî ya lêkolînên Kurdî li zanîngeha xwe binirxînî?
Li zanîngeha Kurdistanê ya li Sinê, beriya bi 10-15 salan hin hewldan çêbûn ji bo ku lê beşek yan jî înstîtuyek ava bibe, înstîtuyek hebe bi navê Kurdistannasî yanî Institut for Kurdish Studies. Ev di serdema Xatemî de bû ku li Îranê jê re dibêjin serdema reforman. Hewldana zêdekirina beşeke bi navê Ziman û Edebê Kurdî jî hebû, lê tevî ku wezareta xwendina bilind ev yek erê jî kir, li zanîngehan ev bi cih nehat. Heta salên 2014-2015´an jî gava çêkirina Beşa Kurdî nehat avêtin. Niha ev sala sêyem e ku li Zanîngeha Kurdistan a li Sinê, fermî Beşa Ziman û Edebê Kurdî heye. Halê hazir her sal, 40 ta 50 xwendekar tên Zanîngeha Kurdistanê ji bo ku xwe li vê beşê qeyd bikin, ew lê lîsansa xwe dikin. Ev yekem car e li dîroka zanîngehên Îranê de ku kesek fermî bibe mamosteyê Ziman û Edebê Kurdî û ew mamoste jî ez bûm sala 2016´an. Piştî min du kesên din jî fermî hatin Beşa Ziman û Edebê Kurdî, lê bi şêweyê ne fermî 9 ta 10 kesên din jî weke mamosteyên Kurdî alîkariyê didin Beşa Kurdî. Divê sala sêyem de êdî niha yekem mezûnên Beşa Kurdî jî wê derbiçin.
Wekî din beşeke din heye li zanîngehê ku li ser Kurdî û Kurdan kar bike û tu jî berpirsê wê yî. Ew çawa kar dike?
Axir beşeke me ya din jî heye, ku ew jî Înstîtuya Kurdistannasî ye. Ev beş ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind ve fermî hatiye qebûlkirin û yekemîn e li Îranê ku li Sine di nava Zanîngeha Kurdistanê de hatiye damezrandin. Di nava wê de de 3 binbeşên cihêreng hene. Beşa yekem Beşa Ziman û Edebê Kurdî ye. Rêveberiya beşê bi xwe heye 10-15 kesên Dr., Doçent tê de hene û profesorekî beşê jî heye. Ev hemû beşdarî lêkolînan dibin. Belê, ji derveyî zanîngeha Kurdistanê jî lêkoler dikarin miracaet bikin, pêşniyazê bikin û beşdarî lêkolînên li beşê bibin.
Beşa din jî Beşa Dîrok û Çandê ye. Li wir jî berpirsekî doktor heye, 11 kesên din jî endamên beşê ne. Lêkolerên ji derveyî Zanîngeha Kurdistanê jî dikarin beşdarî lêkolînên wê bibin.
Beşa me ya sisiyan, Beşa Geşedan û Xwendina Stratejiyan e. Yanî, li ser lêkolînên stratejîk e. Beşek e ku endamên wê li ser mijarên geşedan, muhendisî, civaknasî kar dikin û ew jî ji 10 ta 15 kesan pêk tê. Ew jî gelek berhemdar in, sempozyûm û konferansan li dar dixin.
Ême, li Kurdistanê kovareke me ya zanistî heye ji bo ziman û edebê Kurdî, û heta niha 5 hejmarên wê derçûne. Gotarên wê jî têra xwe girîng in. Ez berpirsê Instîtuya Kurdistannasî me û li Beşa Ziman û Edebê Kurdî ya ku bi serê xwe beşek e jî Dr. Bextiyarê Secadî hevkarê min e, ku ew jî serokê wê beşê ye.
Li zanîngehên din ên Rojhilatê Kurdistanê yan jî li Zanîngeha Kurdistanê bi xwe lê li beşên din, lêkolînên Kurdî gelo tên kirin?
Li Zanîngeha Kurdistanê gelek kesên din hene ku li beşên din ên mîna civaknasî, derûnnasî, ziman û edebê Ingilîzî yan jî zimanzaniyê profesor yan jî mamoste ne, û ew elaqedar in bi ziman û edebê Kurdî yan jî bi çanda Kurdî, bajarvanî û gelek tiştên wisa. Ew jî li beşên xwe karê zanistî dikin li ser Kurdan.
Ji bilî Zanîngeha Kurdistanê, li Sine zanîngeheke din jî heye bi navê Zanîngeha Azadiya Îslamî. Li cem wan jî navendek heye ku ji ya me piçûktir e bi navê Navenda Kurdistannasiyê, birêveberê wê Dr. Omîdî Werzende ye. Ew jî li ser ziman, çand, civak û edebê Kurdî çalak kar dikin.
Ji bilî van, çend cihên din hene ku mîna rêxistinên civakî ne, weke NGO´yan in, navendên çandî ne. Nimûne, Vejîn heye ku encûmeneke edebî û hunerî ye. Ew pirtûkan amade dikin, Vejînbooks a wan heye. Konferansan dikin, kovara wan jî heye. Li Ostanê Kurdistan çend kovarên me yên baş hene. Li Tehranê, li Kitêbxaneya Neteweyî ya Îranê, Beşa Kurdî heye. Wan kitêbxaneyeke baş pêk aniye û ew jî alîkariya me dikin. Peywendiyên me jî bi wan re baş in. Peywendiyên me bi Zanîngeha Azadî, encûmen û dezgehên din yên rasterast hene û erênî jî. Ev peywendî ji bo wê ye ku em bi hev re kar bikin li ser çand, ziman, civak û siyasetê û di her tişta din de jî em piştrgirê hev in.
Têkiliyên we bi zanîngehên li Başûrê Kurdistanê re çawa ne?
Ez divê bibêjim, ji xwe Zanîngeha Kurdistanê di asta Îranê de, wisa tê dîtin ku ji bo tevahiya zanîngehên Îranê bibe nûner ji bo peywendiyên bi zanîngehê li Başûrê Kurdistanê re. Wekî din jî têkiliyên me yên yekser hene bi zanîngehên li Başûrê Kurdistanê yên weke Zanîngeha Selahedînê, ya Raperînê, ya Helebceyê, ya Dihokê, ya Silêmaniyê re. Niha jî bernameyeke me heye ji bo siberojê nêzîk bi zanîngehên li Başûrê Kurdistanê de bi peywendiyên yekser bi hev re projeyekê amade bikin û li ser wê karê lêkolînê bikin. Encam jî ew e, em konferansan bi hev re amade dikin, gotar û kitêban bi hev re dinivîsin.
Wekî din jî gelek ji xwendekarên Başûrê Kurdistanê ji bo master yan jî doktoraya xwe bikin, li cem dixwînin. Ew ji wan tiştên li Başûr nînin lê li Ostanê Kurdistanê hene, îstîfade dikin. Em jî palpiştiya zanîngehên Başûrê Kurdistanê dikin. Di beşên nexasim mîna muhendisî, elektrîk, kîmyayê ew tên dixwînin, ziman û edebê Kurdî dixwînin yan jî beşên din dixwînin, em bi wan re jî alîkar in. Komîteyeke me ya hevbeş heye bi zanîngehên Başûrê Kurdistanê re ku hevahenegiya kar û têkiliyên me misoger dike.
Têkiliyên we bi wan kesan re li lêkolînên Kurdî dikin ên ji beşên din ên Kurdistanê re re çawa ne?
Meha bihurî komekê ji Zanîngeha Hekarî serdana Zanîngeha Kurdistanê kir. Me bi hev re diyekgihiştinek îmze kir û em kêfxweş in pê re kar dikin. Em ê hez bikin ku peywendiyên me yên yekser û zanistî hebin li gel zanîngehên Bakurê Kurdistanê jî. Em hez dikin xwendekarên Bakur bên û vir bibînin, em bi hev re bidin û bistînin. Zanîngeha Kurdistanê şûneke baş e ji bo hewandina xwendekarên ji Başûr, Bakur û her wiha Rojava jî.
Rewşa li Rojava ne misoger e. Zanîngeh li wir hîna di wê qonaxê de nînin ku em karibin bi hev re peymanekê bikin, xizmeta wan bikin. Lê gelekî bi dilê me ye ku em karibin di siberojeke nêzîk de li gel Kurdên Rojava re, lê her weha bi yên beşên din û li her devera dinyayê re jî peywendiyên me yên yekser hebin û em ji bo akademiya Kurdî bi hev re kar bikin li ser civak, çand, huner û bajar û her tişta Kurdan. Hêviya min ew e rewş hîna ji vê baştir bibe, ez xweşbîn im. Rewşa zanist û lêkolîna Kurdî li Rojhilata Navîn bi pêş ve diçe. Li Rojhilat bêhtir bi pêş ve diçe.