Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi sedema ku hukûmetê benzîn ji nişkê ve buha kir, xelk li dehan navendan daket kolanan û nerazîbûna xwe diyar dike.

Hêzên dewleta Îranê êrişî xwepêşanderan dikin û li gorî agahiyan bi pirranî li Rojhilatê Kurdistanê, li Îranê bi giştî herî kêm 20 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar in.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di roja sêyemîn de xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî bilindkirina nirxê benzîn û siyaseta aboriyê ya hikûmeta Îranê didomin.

Xwepêşandan li Qada Azadî ya Kirmaşanê dewam dikin û hêzên dewleta Îranê êriş dikin.

Herwiha li Sine hêzên dewleta Îranê rê girtine û rê nadin xwepêşandana xelkê. Lê, xelk guh nade qedexeyan û çalakiya xwe dewam dikin.

Ji bajar û parêzgehên din ên Îran xwepêşandan dewam dikin. Hêzên dewletê mudaxeleyî xwepêşanderan dike û gel jî li dijî êrişên hêzên dewletê li kolanan bend danîne.

Li bajarê Îsfehan û Tahranê welatiyan li caddeyan wesayîtên xwe rawestandine û rê girtîne.

Zêdetirî 20 kesan hatin kuştin

Ji aliyê din ve rûniştina parlamentoya Îranê ya li ser bilindkirina nirxê benzînê û xwepêşandanan didome û Rêberê Îranê Elî Xamneyî piştgirî da biryara hikûmetê ya bilindkirina nirxê benzînê.

Herwiha navendên polîs û eskeran bêyî ku qala kuştiyan bikin, ragihandin ku gelek kes girtine. Herwiha Wezareta karê Hundirîn a Îranê gef li xwepêşanderan xwar û ragihand ku wê bi tundî bersiva xwepêşanderan bidin.

Tê gotin ku di nava van sê rojan de di encama mudaxeleya hêzên ewlehiyê de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî sed kes jî birîndar bûne ku piraniya wan li parêzgehên Kirmaşan û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Niha dibistan û zanîngehên paytext Tehranê hatine girtin û li piraniya bankan jî ji ber şewatê hatine girtin. Herwiha li çend navçe û bazaran qaymeqamtî hatine girtin.

Navendên dewletê hatin şewitandin

Li bajarê Ûrmiye, Bokan, Selman, Bane, Kemîran, Saqiz Merîwan, Sine, Şaban, Serpêl Zehaw, Gîlan, Ciwanro, Kirmaşan, Îlam, Kodeşt, Dirud û  Xurimava xelk li qadan bû û dirûşmeyên, ‘Dest ji Sûriyeyê berde, me bi hizre’ û ‘Ji dîktatoran re mirin’ berz dikirin.

Li Kirmaşanê di yekem bersivdayîna hêzên dewletê de, xwepêşanderan navendeke polîsan şewitandin. Li Qada Azadî ya Kirmaşanê hêzên ewlehiyê gaza îsotê û ava şît bi kar anîn û ji ber hejmarek kes birîndar bûn.

Herwiha li bajarên din ên Îranê, li piraniya herêmên başûrê Îranê û Xurasan, Xuzistan, Azarbeycan, Şîmalî Îran, Belûçistan û navenda Îranê û paytext Tehranê xelk li qadan bûn. Hinek bankên dewletê, navendên polîs û Besîc, şaredarî û qameqamtî şewitandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê kuştî zêde ne

Zêdetirî kesên ku hatine kuştin xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne. Tê gotin ku heya niha li Merîwan a ser bi parêzgeha Sine, 4 kes hatine uştin û 10 kesên din jî bi guleyên hêzên ewlekariyê birîndarbûne. Di nava birîndaran de zarokek jî heye.

Li gorî agahiyên herêmî, li bajarê Ciwanro ya ser bi parêzgeha Kirmaşan, hêzên ewlekariyê bi guleyan êrîşê xelkê kirine û hinek xwepêşander hatine kuştin. Tê gotin ku li Ciwanro zêdetirî 10 kes hatine kuştin. Lê hîn jî hejmara kesên hatine kuştin nehatiye piştrast kirin.

Piştî ku xwepêşandan destpêkirin, li ser biryara Desteya Asayîşa Îranê înternet hatiye qut kirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN