Komîsyona Mafê Mirovan ya li Iraqê diyarkir ku ji meha Tebaxê ve di xwepêşandanên Iraqê de herî kêm 490 kes hatine kuştin.
Xwepêşandanên li Iraqê li dijî gendelî, sîstema rêveberiya welat û daxwaza xizmetguzariyê, ji meha Tebaxê ve dewam dikin. Hîn jî xwepêşan pêk tên. Der barê hejmara kuştî û birîndaran de, Komîsyona Bilind ya Mafê Mirovan a li Iraqê daxuyaniyek da.
Li gorî komîsyonê 490 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 22 hezar jî birîndar bûne. Herwiha hate gotin, aqûbeta 56 xwepêşanderan jî nayê zanîn.
Hêjayî gotinê ye tevî îstifakirina serokwezîrê Iraqê, hîn jî xwepêşandanên li Iraqê dewam dikin. Di rojên dawî de jî serokkomarê Iraqê Berhem Salih îstifaya xwe radestî parlamentoyê kir. Xwepêşander dixwazin namzetek serbixwe ji bo namzetiya serokwezirtiya Iraqê were diyarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN