Di roj û saetên dawî yên sala 2019’an de hinek bûyerên girîng li Iraqê qewimîn. Li Bexdayê alîgirên Heşdî Şebî êrişî Seferetxaneya Bilind a DYE’yê kirin. Ev jî bû sedema gelek nerazîbûnan. Hinek çavdêran rewş weke şerê di navbera Emerîka û Îranê bi nav kir. Tevî van bûyeran hemûyan jî Emerîka diyar dike ku ti planên wê yên ji Iraqê derkeve, nînin.
Di 27’ê Kanûna 2019’an de li Kerkûkê li dijî Baregeha K1 a ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî lê dimînin, êrişa bi mûşekan pêk hat. Di encamê de karmendekî Emerîkî mir û herî kêm 5 kes jî birîndar bûn. Rayedarên Emerîkî ji ber êrişê Îranê sûcdar dikin. Herçî Îran e, wê ev gunehbarî red kir. Lê, balafirên şer ên Emerîkî 29’ê Kanûnê bombe li pênc kampên Tûgayên Hîzbûllahê yên li nava koalîsyona Heşdî Şebî barandibûn. Ev hêzên hanê weke milîsên Îranê tên qebûlkirin. Di encama bombardûmanê de herî kêm 25 kes hatin kuştin û ev jî fermandar bûn.
Piştî vê berpirsên Heşdî Şebî gef li DYE´yê xwarin û 31’ê Kanûnê bi hezaran alîgirên Heşbî Şebî li gel rêveberiyên Heşdî Şebî li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê ya li Bexdayê kom bûn û hewl dan bikevin avahiyê. Hinek rêveberên Heşdî Şebî jî beşdarî çalakiyê bûn.
750 eskerên nû
Piştî ku girseyeke qelebalix li ber sefaretxaneyê xwepêşandan li dar xist û ket hundurê avahiyê, wezîrên Parastinê û Karên Hundir ên Iraqê çûn ber sefaretxaneyê. Piştre hate ragihadin ku di çalakiyê de bi guleyên gazê 32 kes birîndar bûne. Wezîrê Derve yê DYE’yê Mark Esper heman rojê da xuyakirin ku DYE wê leşkerên zêdetir ji bo parastina seferatxaneyê bişîne Iraqê. 100 leşkerên li Baregeha Eyn Esed a parêzgeha Enbarê ji bo parastinê sefaretxaneyê şandin Bexda. Lê, di dema veguhestina leşkeran de yek ji wesayîta wan qelibî, encamên qezayê nehatin eşkerekirin. Emerîkayê doh da zanîn ku ew ê 750 eskerên din bişîne Rojhilata Navîn, û gelekî muhtemel e ku ev hêz biçin Iraqê.
Rewşê aloz nekin
Xwepêşandanên li dijî sefaretxaneya DYE´yê bûn sedema nerazîbûnên siyasî jî. Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih bi daxuyaniyekê got, “Biserdegirtina sefaretxaneya Emerîkayê li Bexdayê binpêkirina prensîb û lihevkirinê navneteweyî yên Iraqê ye. Erka hêzên ewlehiyê ye parastina nûnertiyên welatan, saziyên fermî û berjewendiyên giştî û taybet bike. Daxwazê ji xwepêşanderan dikim ku ji sefaretxaneya Emerîkayê vekişin û êdî rewşê aloz nekin.”
Herwiha Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê DYE’yê Donald Trump bi riya telefonê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî axivî. Li gorî daxuyaniyê Trump daxwaz ji Adil Abdulmehdî kiriye ku li Iraqê hêzên leşkerî yên Emerîkayê biparêze.
Tevî hemû daxuyaniyan jî gefxwarinê dewam kir. Heta pêr Emîndarê Giştî yê Milîsên Seîdulşuheda ku ser bi Heşdî Şebî ne, Ebû Ala Welaî, gefa dorgirtina li baregehên leşkerên Emerîkayê yên li Iraqê hemûyan xwar. Heta wê da nav û behsa dorgirtina sefaretxaneya Erebistana Siûdî, Îmarat û Behreynê jî xwar û ew weke dûvikên DYE´yê bi nav kirin. Heman rojê Wezîrê Derve yê DYE´yê Mike Pompeo wêneyên 4 rêveberên Iraqê belav kir û ew weke ‘terorîstên êrişa li dijî sefaretxaneya Emerîkî organîze kirine’ bi nav kir. Ev rêveber jî Serokê Desteya Heşdî Şebî Falih Feyaz, Cîgirê Serokê Desteya Heşdî Şebî Ebûmihdî Mohendis, Damezrênerê Hizbulaha Iraqê Hadî Amirî û Serokê Asayib Ehulheq Qeys Xezalî bûn.
Xwepêşandar doh vekişiyan
Doh nîvrojê rewş hinî aram bû gava ku li ser daxwaza Heşdî Şebî alîgirên wê yên li ber Sefaretxaneya DYE’yê ya li Bexdayê vekişiyan. Lê hîna alozî û rewşa nearam bi dawî nebûye.
NAVENDA NÛÇEYAN