Rêveberiya polîsên parêzgeha Selahedînê, li ser liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê pêr polîsên navçeya Xurmatu hişyar kir.

Di rojên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ li derdora navçeya Xurmatû a ser bi parêzgeha Selahedînê zêde bûye. Li ser vê yekê rêveberiya polîsên parêzgeha Selahedîn, polîsên Xurmatû hişyar kir.

Di hişyariya rêveberiya polîsên Selahedînê de hat gotin, li gorî zanyariyan, çeteyên DAIŞ dixwazin di rojên pêş de bi pîlanên nû dest bi êrîşan bikin. Ji bo vê pêwîst e ku amadekariyên hewce hemû werin kirin.

Rêveberê polîsên Xurmatû Elî Hisên got; “Hişyariya rêveberiya polîsên Selahedîn ji bo me hatiye û em pê agadar bûne.”

Piştî liv û tevgera çeteyên DAIŞ li derdora parêzeha Selahedîn zêde bû, dihat gotin ku hêzên pêşmerge çûne wan herêman. Lê fermandarekî pêşmergeyan ku nexwest navê xwe bêje ji ajansa me re axivî û got; “Ti hêzeke nû nehatiye ser sînor.”

 

XURMATÛ/ROJNEWS