KARWAN SALAR / ROJNEWS/BEXDA

Xwepêşandanên li hinek bajarên Iraqê di roja 7’an de didome. Bi taybet hewldanên ji bo hilweşandina hikûmeta Iraqê û ji kar dûrxistina Adil Abdulmehdî zêde bûne. Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî du şert ji bo îstifaya xwe ragihand, Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir peyamek pêşkêşî Hadî Amir kir û daxwaz kir ku bi hev re kar bikin. Di bersivê de jî Amir ragihand ku amadeya bi hev re kar bikin.

1’ê Cotmehê, li Bexda û çend parêzgehên din ên Iraqê xwepêşandanên xelkê destpe kir. Xwepêşanderan daxwaza derfetên kar, ximzetguzarî û nehiştina gendeliyê dikirin. Xwepêşandanan çend rojan dewam kir. Ji ber aloziyan 107 hatin kuştin û nêzî 4 hezar kes ji birîndar bûn. Lê, ji ber ku hikûmetê soza hinek xalên reforman da xwepêşandan bi dawî bûn.

Daxwazên xwepêşanderan guherîn

Di nava 7 rojên dawî de ji bilî daxwazên xwepêşandêran yên ji bo xizmetguzarî, derfetê kar û hilweşandina hikumetê, zextên aliyên siyasî bi taybet jî Tevgera Sedir li ser kabîneya Adil Ebdulmehdî zêde bûne. Di 27’ê Cotmehê de fraksiyona Saîrûn ya ser bi Tevgera Sedir, xwe ji parlamentoyê kêşa û diyar kir ku ew ê ji îro û pêve weke muxalefet kar bikin. Herwiha diyarkir ku heya daxwazên xwepêşandêran neyên bicihanîn, wê muxalefetbûna xwe dewam bikin. Piştî wê jî serokê Tevgera Sedir Muqtedir Sedir daxwaz ji Adil Ebdulmehdî kir da ku biçe parlamentoyê û bê tevlîbûna hizbên niha, hilbijartina pêşwext ragihîne.

Biryarên hukûmet xwepêşandar razî nekirin

Pêr parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan, bang li Adil Ebdulmehdî kir daku di civîna parlamentoyê de amade be û bersiva pirsan bide. Lê Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî ji ber hinek hîncetan tevlî rûniştina parlamentoyê nebû. Ji bilî vê niha parlamento û hikumeta Iraqê komek biryar der barê reforman de ji bo razîkirina xwepêşanderan derxistine. Ya herî girîng jî hilweşandina meclîsa parêzgehên Iraqê, kêmkirina mûçeyê parlamenteran û kesên payebilindin. Herwiha pêkanîna lijneyek ji bo sererastkirina destûra Iraqê ye. Lê tevî van biryarane jî xwepêşandanên Iraqê dewam dikin û welatî razî nebûne.

Daxwaza devjikarberdanê li serokwezîr tê kirin

Piştî ku Sedir ji Îranê vegeriya, Rêberê Tevgera Sedir bi otomobêla xwe çû bajarê Necef û di nava xwepêşandêran de geriya. Herwiha Sedir bersiva peyama Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî da. Sedir got; “Li gorî min banga li te ji bo lidarxistina hilbijartina pêşwext e. Parastina rûmeta te tê de ye. Lê niha ji ber ku te ew nekir, min daxwaz ji Hadî Amrî kir ku em bi hev re ji bo standina baweriya hikumetê kar bikin.”

Serokê hevpeymana Fetah ku di parlamentoya Iraqê de dûyemîn firaksiyona herî mezine, bersiva peyama Sedir da û got; “Ger em bi hevre alîkarbin emê bikarin bi hevre welat ji vê tengasiya niha rizgar bikîn.”

Piştevanên bingehîn ên Serokwezîrê Iraqê Adil Abdul Mehdî diyar kirin ku di mijara dûrxistina Serokwezîr ji wezîfeyê wan li hev kirine.