Xwepêşandên li bajarê Bexdayê û çend parêzgehên din didome. Li gorî zanyariyên medyaya Iraqê di encama mûdexeleya hêzên Iraqê de 2 kes hatine kuştin, 60 kes jî birîndar bûne.
Xwepêşandanên li dijî nebûna xizmetgûzarî, kar û gendeliyê careke din li Bexdayê destpêkirin. Xwepêşandanên doh destpêkirin, her diçe mezintir dibe.
Li gorî agahiyan xwepêşandan ne tenê li Bexda, li hinek bajar û parêzgehên din yên Iraqê jî destpêkiriye. Hikûmeta Iraqê soz da bû ku daxwazên xwepêşanderan pêk bîne û ji bo vê jî pêşniyara reformê hatibû kirin. Lê yek ji daxwaza sereke ya xwepêşanderan jî hilweşandina hikûmetê ye.
ç