Derbarê bûyerê de çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge agahî dan BasNewsê û got: ‘’Li devera Şinêrpa ya di navbera Rebîe û Şingalê de bobeyek li ser rêya Hêzên Pêşmerge hatibû danîn, dema karawanê Pêşmergeyan derbas bû bombe teqiya û di encamê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.’‘ Hêjayê gotinê ye ew pêşmergeyên bûne qurbanî ser bi Hêza Helgurd in. Herwiha ji şevê din ve çekdarên DAİŞ’ê li devera Şingalê dest bi êrîşan kirine. Evna jî di demekê de ye ku doh General Ebû Welîd ji cepheya şer a Tilefer reviya û xwe radestî Hêzên Pêşmerge yên Şingalê kir.

Li aliyê din çekdarên rêxistina radîkal a şîe ya bi navê “Esayîb Ehl el-Heq” li bajarê Bexdayê gefê li kurdan dixwen û êrişî wan dikin. Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê Sîrwan Ehmed got, çekdarên rêxistina bi navê Esyayîb Ehl el-Heq ku komeke şîe ya radîkal e, li bajarê Bexdayê gefê li kurdên wir dixwen û dest bi êrişa li dijî wan kirine. Sîrwan Ehmed, diyar kir ku çend roj beriya niha çekdarên wê komê li devera Xariciye ya Bexdayê hewla revandina efserekî kurd dan lê pasewanên wî efserî bersiva wan dan û nehîştin ev yek çêbibe. Li gorî wî parlamenterê kurd, ew rêxistina radîkal a şîe dixwaze bi tirsandinê, kurdan ji Bexdayê derbixe. Ji aliyekî din, ji bajarê Bexdayê ragihand ku welatiyekî kurd ku hefteyek bû nedihat xuyakirin termê wî hatiye dîtin û bo pijîşkê dadê hatiye şandin. Li gorî agahiyên wî jêderî, navê wî welatiyê kurd Şêrko ye û li taxa Qahîre ya Bexdayê dima, lê li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û maleke wî jî li Silêmaniyê ye. 

Li Telafer balafirgeh ket destê DAIS´ê
Şerê ku di navbera  artêşa  İraq û çeteyên DAIŞ ê de li Telafer berdewam dike de balafirgeh û embara genim ket destê çeteyan. Yekîneyek artêşa  Iraqê bi rêveberîya xwe re teslîmî pêşmergeyên li Şengal’ê bû. Çeteyên DAÎŞ bi topa li gundê Sino ê Turkmenên nezî Şengalê ye dan û şêniyên gund koç kirin. Piştî ku çeteyên DAIŞ êrîş birin ser Telafer û artêşa Iraqê xwe  paşve  kişandibu hîn cihên wekî  balafirgeh û embara genim a Silo di destê artêşa Îraqê de mabûn. Bi sed hezaran şênîyên bajarê Telafer ku piranîya xwe Turkmenin koçî  Şengal, Dihok û gundên derdorê kirin. Li gorî agahîyên ku ji heremê bi dest ketine di şerê di navbera artêşa Iraq û çeteyên DAIŞ’ê de rudayî cihên wekî  balafirxane û embara genim ê ku dawî di destê artêşa Iraq ê da mabûn jî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û yekînaya artêşa Irak ku bi berxwedana dawî  dihat naskirin di bin fermandarîya Ebû welît de li Şengalê  teslîmî pêşmergeyan bû. Piştî artêşa Irak’ê xwe ji Telafer ê vekişand û çeteyên DAIŞ bi temamî ketin Telafer, çeteyan top avêtin gundên Turkmenan yê Sîno û şêniyên gund koç kirin. Hêjayî  gotinêye  ku fermandarê  artêşa Iraq’ê Ebu Welîd ku wekî  şêrê Malîkî di hat naskirin li herêma ku herî dawî li ber xwe dida. Di şerê doh de bi yekînaya xwe ve teslîmî pêşmergeyên Şengalê bû.

ANF/HEWLÊR