Li Iraqê gel li dijî gendelî û tinebûna xizmetguzariyê gel bi qasî du mehan e, li kolane ne. Li hinek bajarên Iraqê gel hin qad xistine destê xwe û nahêlin dewletê bikevinê. Di vê berxwedanê de heta niha bi kêmanî 450 kes hatine kuştin û li derdora 20 hezar jî birîndar bûne. Hukûmeta Iraqê nikare pêşî li berxwedanê bigire û ev jî dike ku hêzên dewletê bêhtir çavsor bibin.

Di nava deh rojên dawî de herî kêm 3 xwepêşander hatin kuştin. Xelk dibêje, hêzên alîgirê Îranê yên ser bi hikumetê ve, vê yekê dikin.

Di şeva Sêşem û Çarşemê de Alî El Lamî yê 49 salî cenazeyê wî hate dîtin ku şopa sê fîşekan li serê hebû. Tê gotin ku El Lamî ji bo tevlî çalakiyên li meydana Tahrîrê bibe rojên dawî li taxa El Şaabê bi cih bû. Li heman taxê hate kuştin.

Lamî demeke kurt beriya bê kuştin di medya civakî de ji bo çalakiyên aştiyane bang kir.

Lamî bû çalakgerê sêyemîn ku di nava 10 rojên dawî de tê kuştin. Di 2’ê Kanûnê de Zahra Alî ya 19 salî tevî bavê xwe hatibû revandin û bi êşkenceyê hatibû kuştin. Zahra û bavê wê li meydana Tehrîrê xwarin belav dikirin. Her wiha Yekşemê Fehîm El Taî yê 53 salî dema ku diçû mala xwe ya li Kerbelayê ji aliyê du çekdarên bi motorsîkletê hatibû kuştin. Tevî van hewldanên terorê jî hukûmet nikare pêşî li xwepêşandanan bigire.

 

ANF/BEXDA