Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm banga civîna awarte li Serokwezêrê Iraqê Haydar Ebadî û Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî kir. Diviyabû pêr civîna parlamentoyê bihata lidarxistin û Ebadî navê 5 wezîrên nû yên hikûmetê eşkere bike. Lê belê alîgirên Muqteda El-Sadir parlamento dagir kirin. Her wiha Komên Kurd ên di parlementoya Iraqê de dagirkirina parlamentoyê bi tundî şermezar kir û bang li aliyan kir ku helwestên xwe di berçavan re derbas bikin.
Serokomarê Iraqê Fûad Mahsûm banga civîna awarte li Serokwezîr Ebadî û Serokê Parlamentoyê Cibûrî kir.
Piştî xwepêşandanên pêr ên li paytexta Iraqê Bexdayê, hat ragihandin ku Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm ji bo rewşê binirxîne wê bi Serokwezîr Haydar Ebadî û Serokê Parlamentoyê Selîm Cîbûrî re bicive.
Sadir ji gel re axivî
Rûniştina pêr a li parlamenta Iraqê, ji ber ku pirraniya parlamenter lê ne amade bûn, ji bo roja Sêşemê hatibû taloqkirin. Demeke kurt piştî vê biryarê, lîderê Şîa Muqteda El-Sadir li bajarê Necefê ji girseya gel re axivîbû û îdîa kiribû ku serdana Alîkarê Serokê DYE´yê Joe Bîden a Bexdayê rê li ber gumanan vekiriye û bi zexta li Serokwezîr Haydar Ebadî kiriye, pêşî li pêkanîna reforman girtiye.
Piştî axaftinê avêtin ser parlementoyê
Sadir dabû zanîn ku hin kes naxwazin li Iraqê reform werin kirin û ew ê ti carî qebûl nekin ku erk li gorî rewşa mezhebî û etnîkî bên dabeşkirin. Lîderê Şîa dabû xuyakirin, ku xwepêşandan aştiyane ne û anîbû ziman ku eniya Sadir xebatên xwe yên siyasî sekinandine.
Demeke kurt piştî vê axaftinê, alîgirên lîderê Şîa Muqteda El Sadr, avêtin ser parlamentê. Bi sedan alîgirên Sadr deriyên Herêma Kesk şikandin û avahiya parlamentê tevlîhev kirin. Hat îdîakirin ku li Bexdayê rewşa awarte û qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Lê belê fermandarê ji operasyonên li Bexdayê berpirsyar Saad Maan ji televîzyona El Iraqiye ya di kontrola hikûmetê de axivî, ev îdîa derewand û got, “Her tişt di bin kontrolê de ye.”
Di vê navberê de Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî doh danê sibehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ferman da Wezareta Karên hundir ku têkildarî kesên doh parlamenta Iraqê dagir kirin, bên girtin.
Parlamenterên Kurd hişyar kir
Komên Kurdî yên di parlamentoya Iraqê de li ser bûyerên pêr li Bexdayê û dagirkirina parlamentoyê ji aliyên alîgirên Sadir ve daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Komên Kurdî yên li parlamentoya Iraqê de dagirkirina parlamentoyê bi tundî hat şermezarkirin.
Komên Kurd diyar kirin; “Tiştên ku şevê din rû dan, ji proseya siyasî ya Iraqê re derbeke mezin bû û şikandina ewlekariya welat bû. Hêzên Ewlekariyê jî nekarîn wek pêwîst bi rola xwe rabin. Berpirsyartiya xwe ya parastina jiyana parlamenteran û avahiya parlamentoya Iraqê pêk neanîn.”
Di daxuyaniya Komên Kurd de hat hişyarkirin ku wê helwesta wan cuda be û wê beşdarbûna xwe ya di proseya siyasî ya Iraqê de careke din di ber çavan re derbas bikin.
BEXDA