Bi sedsalan, şêniyên Mûsilê bi şêwezarekî Erebî peyivîn û ku yekane bû. Beriya dagirkeriya DAIŞ´ê pirraniya axaftvanên vî şêwezarî li navenda bajarê kevin bûn. Ji ber dagirkeriya DAIŞ´ê û piştre di rizgarkirina bajêr ji DAIŞ´ê bi texrîbkirina bajarê kevin, gelek ji wan koçber bûn yan jî hatin kuştin. Ev xelkê ji wan re Meslewî tê gotin, niha gelekî bi fikar in ku zimanê wan jî weke bajarê kevin bi temamî tine bibe.

Şahd Walid a 26 salî li ser mijarê dibêje, “Qederê ji sedî 90´ê wan kesan ku ji bajarê kevin koçber bûn, bi Mûsilî (Meslewî) dipeyivîn. Nifşên siberojê wê bi Meslewî nizanibin û bi şêwezarên din bipeyivin.”

Ev jina ciwan bi israr e ku vî şêwezarî bi kar bîne, tevî ku ew li rojhilatê bajêr ê kêm texrîbbûyî dimîne jî. Ji bo wê, ew zimanê bapîrê wê ye. Li vir hêja ye em bi bîr bixin ku Erebiya Fusha (kîtabî) li her derî yek be jî, şêwezarên wê bi qasî Kurmancî û Farisî dikarin ji hev dûr bin.

Ew jî bûn qurbanê Erebkirinê

Herçî Meslewî ye, zimanekî wisa ye ku di navê de ji Kurdî, Tirkî û Farisî gelek peyv hene ku dîroka bajêr û hawîrdorê wê jî bi vî rengî hinekî dihewîne. Wekî din ew tîpa r stûr û qelew nakin, weke x´yeke nerm a tîpa “xeynê“ bi lêv cikin, ango minare bi şêwezarê wan minaxe ye.

Di destpêka sedsala bihurî de hîna li Musilê ji bilî Ereban, Kurd, Suryanî û Tirkmen jî hebûn, weke bawerî jî komên Misilman, Êzîdî û Cihû bi hev re li heman welatî diman, zimanê hevpar ê nava bajêr û yê sûka wê jî Meslewî bû. Axir Cihûyan welat terikand salên 40´î û 50´î. Di salên 60´î de jî gelek hikûmetên Iraqî siyaseta Erebkirina Mûsilê bi rê ve bir. Vê siyasetê ne ku tenê tesîr li Kurd, Suryanî û Tirkmenan kir, di heman demê de li wan kesên ku bi Meslewî dipeyivîn jî, tesîreke mezin kir. Lewma êdî Erebiya wan bedewiyên li Mûsilê bicihkirî, Meslewî tengav dikir.

Xelk çû ziman jî pê re

Beriya ku DAIŞ bikeve bajêr, li bajarê kevin qederê 60 hezar kesî diman ku pirraniya wan Meslewî bûn. Gava ku sala 2017´an hêzên Iraqî ketin bajêr, DAIŞ´ê gelek jiwan weke mertalên zindî bi kar anîn.

Bi dehhezaran şêniyên vir bi temamî dever bi cih hiştin û koçber bûn. Niha tenê çendek ji wan vegeriyane. Yên din yan qet nafikirin ku êdî vegerin bajêr, yan jî ditirsin ku artêşa Iraqê zext û zilmê li wan bike.

Newal Fathi ya 70 salî li bajarê kevin ê Mûsilê ji dayik bûbû û li wir her jiyabû. Niha ew keviya bajêr li rojavayê Mûsilê dimîne. Ew tîne bîra xwe ka dema şêxên hawîrdorê dihatin serdana wan, wan digot, tesîra wan li ser çanda Mewseliyan nîne. Newal bi serfirazî ji bo vê dibêje, “Me ti tişt ji wan negirt.”

Di navbera hêvî û tinebûnê de

Lê niha wiha xuya ye ku ziman wê tevî her tişta Mewseliyan tine bibe: “Fikra xelkê guherî. Wan her tişt guhert; cilûbergên xwe, axaftina xwe guherandin. Em derewan li xwe nekin, em ê nikaribin bikin û ew vegerin.

Ahmedê 39 salî ku bi xwe lêkolîner e jî hîna xwedî hêvî ye. Ew dibêje, xelkê Mûsilê niha hece dibînin ku nasnameyeke nû ya ji ya DAIŞ´ê dûr ava bikin û wiha gotina xwe dibe serî: “Ziman beşek ji vê nasnameyê ye.”

 

MÛSIL