Di roja sêyemîn de li Iraqê xwepêşandan gur bûne, her wiha xwepêşandêran gelek rêyên sereke û pirên li naverasta welat û başûrê wê kontrol kirin.
Tevnên çapemeniyê yên Iraqê dan xuyakirin ku di roja sêyemîn de xwepêşandêran Rêya Mihemed Qasim El-Serî ya li naverasta paytext Bexdayê kontrol kir.
Li aliyekî din jî xwepêşandêran li başûrê parêzgeha Necefê rêya navneteweyî ya her du parêzgehên Necef û Kerbelayê digihînin hev, girtin. Li parêzgeha Wasit jî bendên axî li ser rêya di navbera her du parêzgehên Wasit û Asîmeyê de danîn û her wiha li başûrê Iraqê jî xwepêşandêran rêya di navbera Xor El-Zubêr û Um Quser de girtin.
Li parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê jî, xwepêşdêran rêya navneteweyî ya di navbera Bexda û Besrayê de girtin.
Gurbûna xwepêşandanan li Iraqê, piştî bidawîbûna dema daxwazên xwepêşandêran ên li partiyên desthilatê yên Iraqê birîne, pêk hat. Her wiha dîsa xwepêşandan di 20’ê vê mehê de li ser daxwaza banga tevgera gelêrî li dar ketin.
Li gorî Komseriya Mafên Mirovan a Iraqê, di du rojên borî de 10 kes hatin kuştin û zêdetirî 130 kesî jî birîndar bûn.
Hê jî hikumeta Iraqê ya nû saz nebûye.
NAVENDA NÛÇEYAN