Rojnamevan Kerem Schamberger û ji Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Ferhat û Elvîn li Îsraîl û Filistînê Şoreşa Rojava didin nasîn. Pêr êvarê li Qudsê li Imbalayê Kerem Schamberger peyivî li ser Peymana Civakî, dagirkeriya li Efrînê û gefên Tirkiye niha ji bo dagirkirina herêmê dixwe. 40 kesî guh da agahiyên Schamberger. Hola piçûk a Imbala bi serî tijî bû û beşdaran jî bi pirsên xwe serê Schamberger têra xwe êşand. Ya ku beşdar aciz kirin hevkariya Tirkiyeyê û DAIŞ´ê bû. Ya ku hêvî da wan jî li gorî Kerem Schamberger Şoreşa femînîst a li Rojava bû.
Berxwedana gelan li dijî zaliman e
Li Filistînê jî di çarçoveya Festîvala Ciwanan a Ferxa de, ji YXK û JXK´ê Ferhat û Elvîn li ser Şoreşa Rojava û rewşa dawî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyivî. Wan her weha agahî li ser gefên Tirkiyeyê yên dagirkirina Rojava jî bi bîr xist û ev peyam da, “çi Întîfada û çi Serhildan, berxwedana gelan li dijî zaliman e.” Di minaqeşeya piştî axaftina Ferhat û Elvînê de, beşdaran piştgiriya xwe bi têkoşîna gelê Kurd re îfade kir. Flistîniyekî kal jî behsa bibîranîna xwe kir ka çawa komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan ew xemgîn kiriye. Peyama Întîfada û Serhildan li gundê Ferxa wê li ser dîwarekî bê nivîsandin ku wê îşaret bi têkoşêna ji bo azadiyê ya herdu gelan bike. Beriya niha jî komên Filistînî, Elman, Danîmarkî, Spanî û Kurd ên li Filistînê bi hildana pankarta li ser “Rise up for Rojava (Ji bo rojava rabe ser piyan)” nivîsandî piştgiriya xwe bi Şoreşa Rojava re nîşan dabû û gefên dagirkirina Rojava yên Tirkiyeyê rûreş kiribûn.
QUDS