Yekîneyên Midûriyeta polîsan a Îzmirê serê sibê saet di 05.00'an de hemwext bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî de girt. Di serdegirtina malan de polîsan hemû alavên malbatan li nava hev xist. Polisan di serdegirtina mala rêvebera BDP'ê Nerîman Birlîkler de deriye malê kişandin. Polîsan piştî lêgerîna malan 16 endam û rêveberên BDP'ê binçavkirin. Polîsan bi ser akademiya siyasetê ya BDP'ê de jî girtin û deriyê akademiyê bi çilingirê şikandin.
Kesên hatin binçavkrin wiha ne: Serokê BDP'a navçyeya Bayrakli Zeynel Hasdemîr, Endamê Meclîsa BDP'e Ahmet Demîroglu, Rêvebera BDP'a Îzmirê Emine Aslan, rêveberê BDP'a Bornovayê Hayrettin Aras, rêveberê BDP'a Gazîemirê Îbrahîm Çagdan, rêveberê BDP'a Çigliylê Cemil Akçay, reveberê BDP'a Bornova Hamît Sari, rêveberê BDP'a Bayrakli Îbrahim Akdemîr, xebatkarê BDP'ê yê Bayrakli, Mehmet Turan, rêveberê BDP'a Karabaglarê Hasan Daş û rêveberê BDP'a Doganlarê Fehmi Çîftçî, rêveberê BDP'a Karabaglarê Celal Ecevît, rêveberê BDP'a Alîaga Mustafa Karahan, Ayşe Şimay, Tulîn Yilmaz û Ganî Poyraz jî di navde zêdeyî 30 kesan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin Birin Midûriyeta Polîsan a Îzmirê.

Li Şirnexê 47 kes hatin girtin 
Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Rayetaybet a Amedê dabu destpêkirin de li Şirnex û navçeyan 47 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
Li navçeyên Cizîr û Silopiyê yên Şirnexê 22 kesên ku bi îdiaya "di nava Meclîsên Bajar de xebatên KCK'ê dikin" anîn Edliyeya Amedê. Ji 22 kesan 6 kes ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan û 16 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 16 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.

Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rayetaybet a Amedê hatibû destpêkirin de li Şirnex û navçeyan bi tevahî 47 kes hatin girtin.

ŞIRNEX-ÎZMÎR