Yek ji van dayikan, jina bi navê Hazîme Aydin (60) a ji Mêrdînêye. Aydin li nava Kelehê tevna seyar ava kiriye û li vir bi tevna seyar merş, berik, çente û heqîban çêdike. Aydin, da zanîn ku 10 salin li vir tevnê dirêse û berhem û hilerînên tevnê difiroşe derdorê. Aydin, da zanîn ku dema jin di karê kesên biyanî de dixebite bêtir zahmet e û bêtir keda wê tê binpêkirin û wiha got: "Ji ber ev karê min e ez bêtir rehet im. Ez ne di ben fermana kesî de me. Bi vîn û destûra xwe dixebitim."  Aydin, da zanîn ku rojê nêzî 8 saetan li vir tevnê dirêse û berikekê di 25 rojan de û secadeyekê jî di 5 rojan de dirêse.

'Bi nanê tenûrê debara xwe dike'
Li heman qada Kelehê dayika bi navê Hurriye Çoşkun, ji li vir nanê tenûrê dipêje û bi firotina nanê tenûre debara malbata xwe dike. Coşkun, hem heqê zarokên xwe yên dibistanê û hem jî heqê xwarin û cilê zarokên xwe qezenç dike. Coşkun, da zanîn ku rojê 3-4 tendûr nan dipêje û karekî zahmet e. Çoşkun, anî ziman ku nanê tenûrê bi 1 TL difiroşe û rojê 20 - 30 TL pere qezenç dike. Coşkun, bilêv kir ku hem karê malê û hem jî kare tendûrî dike pir zahmet û bi sitres e. Çoşkun, ji bo karê xwe zû bike serê sibê saet di 7'an de hişyar dibe û heta derengê şevê dixebite. Coşkun, destnîşan kir ku ji ber karê wê zêde ye hin caran saet di 21.00'an de şîv dixwe. Coşkun, da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin dixwaze tendurên wan xera bike û li pêş wan dibe asteng.
Jina bi navê Nusule Yilmaz jî da zanîn ku ji Mêrdînê koç kiriye û 10 salin debara xwe bi nanê tenûrê dike. Yilmaz, da zanîn ku piraniya pereyê qezenç dike li doktor û dermanan dide û pir zahmetiyê dikişîne.


DENİZ TEKİN - DÎHA/ÎZMÎR