Şewata li herêmên bakur û başûrê eyaleta Kalîforniyayê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dewam dike. Li herêma Şewatê ji ber ku dinya germ e û bayê germ li herêmê tê, karê vemirandinê zehmet dewam dike. Şewata herî giran li herêma “Camp Fire” a li bakur û herêma “Woosley Fire” a li başûr e. Ev şewat weke şewatên herî dijwar ên ji sala 1933’an û vir ve tê dîtin. Ji ber şewatê heta niha herêmeke ji 80 hezar hektarî tevî 7 hezar avahiyan şewitîne. Herî kêm 31 kes ji ber şewatê mirin. Tê gotin, li herêma Paradiseyê ku nifûsa wê 26 hezar e, 6700 kargeh û xanî şewitîne. Bajar niha vala ye.  Heta niha 10 ji sedî yê şewatê hatiye kontrolkirin.

 

LOS ANGELES