Li kampa Qûştepe ya ser bi bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, projeya “Yela Şano” bi rê ve çû. Sê şanogeriyên zarokan divê festîvalê de hatin nîşandan. Aktorêîn her sê lîstikan jî zarok bûn. Zarokan ev qederê mehekê bû ku ji bo van lîstikên şanoyê xwe amade dikir.

Derhêneran alîkariya komên zarokan kir da ku bikarin naveroka şanoyan pêşkêş bikin. Li gorî wan jî şano bandoreke mezin li ser zarokan dihêle, bi taybetî zarokên li kampan ku di rewşeke zehmet de dijîn.

Peymangeha Goethe ya Elmanî, ev proje bi rê ve bir, ne tenê li kampa Qûştepe ya li Hewlêrê, lê her wiha li kampa Kewregosikê jî.

Peymangeha Goethe dibêje, Yela Şano ne tenê şanogeriyan ji zarokan re pêşkêş dike, lê belê hewl dide piştevaniya xelkê kampê bike da ku şanogeriyan bi xwe jî durist bikin.

 

HEWLÊR