
Kantonên Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku herêmên herî ewle ne li Sûriyeyê, gelek penaberan dihewînin. Lê belê ji ber ambargoyê û hebûna şer ji bo Kantonan zehmet e ku barê wan ragire. Bi ser de jî gelek penaberên ji Iraqê jî xwe diavêjin tar û bextê Kantonên Rojava.
Di Kampa Mebrûka ya li Serêkaniyê de 5 hezar welatiyên ji Iraq û bajarên Sûriyê ji ber çeteyan malên xwe bi cih hiştê, dimînin. Ji van, 2 hezar penaber ji Iraqê ne.
Ev penaber ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ´ê ji Mûsilê û deverên din ên Iraqê penaber bûne.
Rêveberiya Kampê tevî derfetên xwe yên kêm, welatiyên penaber bi cih kirine û alîkariyê li wan belav dike.
Yek ji penaberên Iraqî ku ji bajarê Mûsilê ye, bêyî ku navê xwe eşkere bike, got, ew beriya 25 rojan li kampê bi cih bûye û destnîşan kir ku ew li cihê bi ewle digeriyan û ewlekariya xwe li xaka Rojava dîtiye. Penaberê Iraqî da zanîn ku rêveberiya kampê li gorî imkanên kêm jî bi hemû hêza xwe alîkariya penaberan dike û pêdiviyên wan pêk tîne.
Xaça Sor soza alîkariyê da koçberan
Endamê Rêveberiya Komîteya Koçber û alîkariyê ya girêdayî Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Efrînê, Mihemed Hac Hesen jî anî ziman ku şandeya Xaça Sor serdana kampên koçberan li Efrînê kir û soza destekdayînê da.
Şandeyeke ji Xaça Sor a Navneteweyî 4′ê Nîsanê, serdana Kantona Efrînê kir û rewşa koçberên kampên Robar û Şehbayê şopand. Şande bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantonê re civiya.
Endamê Rêveberiya Komîteya Koçber û Alîkariyê ya girêdayî Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Efrînê Mihemed Hac Hesen da zanîn ku şandeyê beriya 8 mehan serdana Kantonê kir û madeyên xwarinê ji bo koçberan anîn. Hesen wiha domand: ″Di vê serdanê de şande ji Komîteyên Tenduristî, xwarin û ava vexwarinê, pêk dihat. Her wiha bi xwe kamyoneke madeyên xwarinê jî bi xwe re aniye.″
Hesen diyar kir ku ji ber derfetên kêm, projeyên ku rêveberiya kampên koçberan danîne pêşiya xwe hê jî pêk nehatine û wiha domand: ″Me projeyên wekî vekirina nuqteyeke tenduristiyê li kampa Şehbayê, peydakirina derman û alavên tenduristiyê ji bo nuqteya tenduristiyê ya kampa Robar, du erebeyên ambulansê, kadroyên tenduristiyê û ava vexwarinê, bi şandeyê re parve kirin.″
Hesen destnîşan kir ku ew ê li ser daxwaza koçberan, derdora herdu kampan bi hesin biparêzin da kûçik derbasî nava kampan nebin û wiha pê de çû: ″Divê herdu kamp bêne ronîkirin.″
Hesen da zanîn ku hemû koçberên li herêmê hejmartin, da miqdara alîkariya pêwîst ji wan re peyda bike.
Endamê Rêveberiya Komîteya Koçber û alîkariyê ya girêdayî Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Efrînê Mihemed Hac Hesen di dawiya axaftina xwe de got ku şandeyê soz da ku ew ê derbarê van projeyan de bixebite û bi koçberan de bibe alîkar. Hesen wiha peyivî: ″Em hêvî dikin ku şande sozên xwe pêk bîne û di zûtirîn demê de, destekê bide koçberan.″
ANHA / SERÊKANIYÊ-EFRÎN