Bi armanca pêşxistina perwerdeyê di kampa Newroz a bajarê Dêrikê de bi metodeke temam û ji bo hemû astên perwerdeyê, Komîteya Perwerdeyê ya kampê û Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Rêberberiya Xweseriya Demokratîk a Katona Cizîrê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd ev nêzî 2 mehan e, amadekariyên vekirina yekemîn dibistan di kampê de dikin.

Dibistan doh bi merasîmekê bi awayekî fermî hate vekirin. Doh ji serê sibê ve bêtirî 500 xwendekarên astên seretayî, navendî û amadeyî yên Kurdên Êzdî û Ereb ku di kampê de bi cih bûne berê xwe dane dibistanê û yekem waneya xwe dîtin.

Dibistana ku hatiye vekirin ji 8 konan pêk tê, 4 ji van ji bo dayîna waneyan in û 4 ên din jî ji bo çalakiyên perwerdehiyê ne. Derbarê Mijarê de Endama Kordînasyona projeya perwerde û hînkirinê ya kampê Menal Mihemed Emîn diyar kir ku hejmara konên hatine diyar kirin wekî destpêk e û dê hejmara wan li gorî xwendekaran zêde bikin. Her wiha da zanîn ku wan xwendekar li gorî astên wan belav kirine.

Dewama dibistanê saet di 08.00’an de dest pê dike û saet di 13.00’an de bi dawî dibe. Menal Mihemed Emîn got ku eger hejmara xwendekaran zêde bû, dibe ku dewameke piştî nîvroj jî hebe.

Derbarê metoda ku di dibistanê de tê perwerdekirin de Menal Mihemed Emîn da zanîn ku heman metoda ku di dibistanên kantonê de tên dayîn e.

Tê zanîn ku Komîteya Perwerdeyê ya kampê di 3’yê sibatê de civînek ji mamosteyan re li dar xist û ji bo wan li refên dibistanê belav bike, ezmûnek ji wan re çêkir. Piraniya mamosteyan jî di kampê de dimînin.


NEJBÎR OSMAN/ANHA/DÊRIK