HENAR ÎBRAHÎM / ANHA/HESEKÊ

Barîna baranê pêr destpê kir û seranserî herêmê pê kêfxweş bû, lê koçberên li kampa Waşokanî ewqasî jî kêfxweş nebûn, berevajî ketin nava zor û zehmetiyê. Ji ber ku konên wan dilop kirin.

9’ê Cotmehê, artêşa Tirk êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de 300 hezar kes koçber bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo koçberan kampa Waşûkanî ava kir û niha zêdetirî 5 hezar û 700 koçberên ji herêmên artêşa Tirk û çeteyên xwe dagirkirine hatine, lê bicihbûne.

Pêr bi şev baran bariya û azara koçberan bû du qat, hin konên wan diriyan û hin jî av derbasî konê wan bû.

Piraniya koçberên li kampê ji ber barana dijwar nekarîn ji konên we derbikevin, lê hin jî ji konên xwe derketin û çûn konên hemberî xwe, lewma piştî şeveke ji barana dijwar xemên koçberan zêdetir bûn û hêviya alîkariya ji rêxistinên navdewletî qut kirin.

Tê zanîn ku tenê Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariya koçberan dikin û di vî warî de Komîteya Karûbarên Rêxistinên li Cizîrê diyar kir ku ev rêxistin karê xwe bi planên siyasî yên girêdayî aliyên ku piştgiriya wan dikin, girê didin.