ÎHD'a Mêrsînê diyar kir ku ji 21'ê Adarê heta niha jin di lêgerîna tazî re derbas dibin û rastî cezayê hucreyan tên. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî bang li parlementeran kir û diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Karataşê lêgerîna hûr tê kirin û xwest lêkolîn bê kirin. Tanriverdî anî ziman ku jina şût û tazî dikin û lêgerînê dikin. Tanrıverdi, ani ziman ku bi Taybetî li Girtîgeha Jinan a Karataşê mafên mirovan zêde tê binpêkirin û wiha got: "Li Herêma Çukurovayê tenê girtîgeha Jinan Girtîgeha Karatayê ye. 3 qat zêdeyî kapasîteya xwe girtî lê dimînin.
Hem parêzerên girtiyan û hem jî malbatên girtiyan diyar kirin ku li odeya 8 kesan 22 kes dimînin. Rojê nîv saetê av diherike. Bi hinceta tev li şahiya 21'ê Adarê Newrozê bûne hemû girtî rastî cezayê hucreyê hatine. Mafê wan ê ragihandinê ji destê wan hatiye girtin. Nameyên wan tên desteserkirin. Têkiliyên wan ên bi malbatê re hatine qutkirin. Gelek ji wan bi hinceta tev li şahiya Newrozê bûn hatin sirgûnkirin."
Tariverdi, da zanîn ku li gel zext û zordariyan girtiyên jin tên tazîkirin û di lêgerînê re derbas dibin. Tanriverdî bang li Parlementerên Komîsyona Girtîgehan a Meclîsê kir û xwest lêkolînê bike.  Hevseroka BDP'ê ya Mêrsînê Aynur Aşan jî bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û wiha got: "Li welatên din ji bo perwerdehiyê zanîngeh tên vekirin, lê li Tirkiyeyê girtîgeh tên vekirin û mirov tên cezakirin. Aşan, anî ziman ku ji ber şert û mercên xerab û şikandina rûmetê jin hatine asta îsyan bikin wiha got: "Em dê vê yekê ji parlamanterê BDP'î yên jin re bêjin û bixwazin ku heyeta jinan a Parlementoyê biçin lêkolîn bikin."

 DÎHA/MÊRSÎN