Di hilbijartina herêmî de ku Spanyayê bi zorê li ser Katalonyayê ferz kirin, xelkê ji nû ve partiyên alîgirê serxwebûnê hilbijartin.
Rêjeya tevlîbûnê ya li hilbijartinê ji sedî 82 bû. Li gorî encamên ne fermî, partiyên alîgirê serxwebûnê ji sedî 47´ê dengan wergirtin. Li Parlamenta Herêmî ya Katalonyayê ku ji 135 kursiyan pêk tê, Junts per Catalûnya, ERC-Cat û CUP ku alîgirê serxwebûnê ne 70 kursî bi dest xistin. Tevî ku alîgirên serxwebûnê li gorî sala 2015'an 2 kursî kêm kirin jî, pirraniya endametiya parlamentê bi dest xistin.
Ji ber ku alîgirên serxwebûnê bi du lîsteyên mezin ên cuda tevlî hilbijartinê bûn, dengê wan parçe bûn.
Ji partiyên alîgirê mayina bi Spanyayê re Lîberal Cîûdadanos (Cs) bi rêjeya ji sedî 25,4´ê bû partiya yekemîn û bi giştî 37 kursî bi dest xistin.
Tifaqa Junts per Catalûnay ku Partiya Demokratên Ewrûpayê yên Katalonyayê (PDeCAT) ku Serokê Herêma Katalonyayê yê berî darbeya hikumeta Madrîdê Carles Pûîgdemont jî endamê wê ye û hin siyasetvanên serbixwe di nav de cih digirin, ji sedî 21,7´ê dengan wergirtin û 34 kursî bi dest xistin.
Tifaqa ERC-Cact-Sî ku partiya çep a bi navê Partiya Komarger a Katalonyayê (ERC) a alîgirê serxwebûnê di nav de ye, ji sedî 21´ê dengan bi dest xistin û bû xwediyê 32 kursiyan.
PP´yê derba mezin xwar
PSC a ser bi Partiya Sosyalîst a Spanyayê ji 13,9 (17 kursî), tifaqa partiyên ekolojîst CatComû-Podem a ser bi partiya çep Podemosê ji sedî 7,45´ê (8 kursî) dengan bi dest xistin. Lê belê rêxistina bi navê Namzetiya Yekîtiya Gel (CUP) a çepgir ku alîgirê serxwebûnê ye ji rêjeya 8,2 (10 kursî) daket ji sedî 4,45'an (4 kursî). Di hilbijartina Katalonyayê de ya ku herî zêde derb xwar û têk çû, Partiya Gel (PP) a Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy e, ku bi rêya polîsan dest danî ser hemû saziyên Katalonyayê. PP´yê bi rêjeya 4,24'an tenê 3 kursî bi dest xistin. Partiya Rajoh di hilbijartina herî dawî de bi rêjeya 8,5'an 11 kursî wergirtibûn.
Li gorî vê encamê, tifaqên alîgirê serxwebûnê 70 kursî bi dest xistin û rêjeya xwe ya 48 ji sedî ya sala 2015'an parastin.