Di ser êrişa eskerî ya li herêma Kato Jîrka re mehek derbas bû. Tevî nûçeyên mîna “Kato hat paqijkirin” hebin jî heta niha leşkerên Tirk tenê operasyonên xwe li ketina herêmê li dar xistine. Li gel veguhastina eskeran jî her roj heman herêm tên bombebarankirin.
Êrişên dewleta Tirk li Şirnexê piştî qedexeya 18'ê Nîsanê li sedan herêman, dewam dikin. Bi taybetî jî operasyon li Çiyayê Kato Jîrka ku li navçeyê Elkê ye û herêma Besta ku girêdayî navenda bajêr e, zêdetir bûne. Ketina van herêmên ji ber ku operasyon lê dewam dikin, hatiye qedexekirin û ji ber vê yekê bi sedan koçerên her sal diçûn herêmê, nikarin pezê xwe xwedî bikin. Tevî hezaran eskeran bi sedan cerdevan jî di van êrişan de cih digirin û heta niha gelek esker hatine kuştin û gelek esker û cerdevan jî birîndar bûne.
Wesayîtên îdare taybet di êrişan de tên bikaranîn
Hema bibêje her roj Çiyayê Kato Jîrka didin ber hewanan û ji helîkopteran herêm tê gulebarankirin. Li gel vê yekê esker û cerdevanên nikarin li cihê operasyonê îdare bikin jî, her roj bi helîkopteran tên veguhastin. Nêzî 500 leşker û 400 cerdevan tevlî operasyona li vê herêmê dibin. Li gel sewqiyata leşkerî gelek wesayîtên kar yên Muduriyeta Karên Avê ya Şirnexê ji bo rê û şikeftan vekin, şandine cihê operasyonê. Ev wesayîtên hatine şandin ji bo deriyên şikeftan vekin hatine şandin û dem dem jî ji bo deriyê şikeftan werin girtin, tên bikaranîn.
Heywan bombebarankirin
Tevî nûçeyên derew ên çapemeniya Tirlk, êrişên artêşa Tirk li devereke pişûk sînordar in û ev dever jî Deriyê Mala, Meydan Kolya û hin çolterên li ketina herêmê ne. Esker ji ber ku nikarin bikevin herêmê, piştî şerê dijwar vedikişin. Eskerên ku tevî teknîka zêde nikarin bi serkevin, cerdevanan didin pêşiya xwe.
Her wiha agahiyên welatiyên li gundê nêzî herêmê jî daxuyaniyên fermî pûç dikin. Çavkaniyên herêmî nûçeya “7 PKK’yî hatin kuştin” ya beriya çend rojan derew derxistin û dan zanîn ku cerdevan çûn cihê hat bombebarankirin, dîtin ku komek berazên kovî hatine kuştin.
Gelo armanc Feraşîn e?
Li gel van agahiyan hemûyan, ji ber ku herêma Kato di heman demê de cîranê herêma Feraşînê ye ku di sêgoşeya Colemêrg-Wan-Şirnexê de ye, zêdetir balê dikişîne ser xwe. Naxwe hem amdekariyên avakirina nuqteyên kontrolê û nuqteyên leşkerî yên li ser rêya diçe Feraşînê wek îhtimala bi germbûna hewayê re operasyona li hemberî Feraşînê tê nirxandin.
ŞIRNEX