
Li navçeya Kelar a Germiyan duh êvarê bi dirûşmeya ‘Helbest nîşana evîn û ciwaniyê ye’ ji aliyê Rêxistina Hana Kurd ve semînerek ji bo helbestvan Salih Bêçar, Omer Ebdulkerîm û Saman Xaneqînî re hate lidarxistin. Di destpêka semînerê de helbestvan Saleh Bêçar axivî û çend helbest ji bo kesên beşdarî semînerê bûne xwend.
Serokê Rêxistina Hana Kurd a li Germiyan Seywan Omer diyar kir ku armanca wan a li darxistina semînerên wiha ji bo helbestvan û hunermendan zindîkirina hunera vê herêmeyê û got: “Ji bo nivşê nû parvekirineke. Em dixwazin ew çandên li Herêma Kurdistanê hene li Germiyan bidin naskirin û yên herêma Germiyan li cihên din bidin naskirin. ”
KELAR