Bêrêziya li hemberî goristanan yek ji kiryarên dermirovane yên çeteyên DAIŞ û hikûmeta AKP’ê ne. Wek tê zanîn di nava çend mehên derbasbûyî de li Bakurê Kurdistanê bi dehan goristan hatin hilweşandin. Heman kiryarên qirêj li Başûrê Kurdistanê jî hatin dubare kirin. Li bajarokê Kelarê yê devera Germiyanê jî gora gerîlayê HPG’ê Musa Alî (Karwan Gabar) ku di 14'ê Kanûna sala 2012'an de li Şemzînana Colemêrgê di şerekî de jiyana xwe ji dest da û li goristana Kelarê hat definkirin, bi destê hinek kesên nasnamê wan nayê zanîn, hat xirakirin.
Dayîka Musa, Hediye Alî derbarê bûyerê de nerazîbûn nîşan da û wiha peyivî: "Destê wan bişike yên ku gora şehîd şikandine. Bi dîtina van kiriyaran hîn zêtir ez ê doza şehîdan bişopînim û xwedî li têkoşîna wan ya bi rûmet derkevim. Em dayîkên şehîdan bi wan kiryaran tune nabin, ew kesên van karên dermirovahiyê dikin tunene."
JINHA/KELAR