Mala Ciwanên Kelar bi boneya hefteya têkoşîna li dijî şideta hemberî jinê pêşangeheke şêwekariyê vekir.

Îro danê êvarê li nav mala Ciwanên Kelarê ya ser bi navenda herêma Germiyanê, bi boneya hefteya têkoşîna li dijî şideta hemberî jinê pêşangeheke şêwekarî hat vekirin.

Di pêşangehê de 15 tabloyên cihêreng hatin nîşandan. Para bêhtir di tabloyan de wêneyên li ser şideta li dijî jinan hatibûn xêzkirin. Armanca pêşangehê balkişandina ser tund û tujiya li dijî jinê ye.

 

ROJNEWS/KELAR