Li navçeyê doh danê sibehê êrîş hatibûn zêdekirin. Di heman demê de hêzên dewletê xwestibûn bi wesayîtên zirhîpoş bikevin nava taxê. Di dema derbasbûna wesayîtên zirhîpoş de teqîneke mezin pêk hat.
Piştî nîvro jî bi heman awayî hêzên dewletê xwestin bi tank û wesayîtên zirhîpoş bikevin nava Taxa Safayê. Di dema derbasbûna wesayîta zirîhpoş de teqîneke dijwar rû da. Piştî teqînê dîsa ambûlans sewqî cihê bûyerê hat kirin. Têkildarî encamên bûyerê agahiyên teqez bi dest neketin. Ji navçeyê heta ku nûçe diihat amadekirin, hînê dengê çek û teqînan dihat.
Zexta koçberiyê li gel dike
Li aliyê din hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedana gel bişikînin, zexta koçberiyê li gel dikin. Li gorî agahiyan, li taxa Safa ya Kerboranê, hêzên dewletê bi şikandina deriyan ketine nava hin malan û bi lêdanê û bi darê zorê, welatî ji mala wan derxistine. Hat ragihandin ku çekdarên dewleta Tirk ev malên bi zorê dagirkirî ji xwe re kirine çeper. Her wiha hat gotin ku hêzên dewletê li van malan weha gef li welatiyan xwariye "eger hûn koç nekin, hûn ê bên kuştin".
MÊRDÎN