Doh saet 10:00’an de li Baxçeyê Qelay Şar ya Kerkûkê, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya konvedanê  hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê  Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azadîxwaz û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve hat lidarxistin û wê çalakî du rojan dewam bikin.

Di destpêka çalakiyê de Komel Serhed  daxuyaniya hevbeş  ya çalakiyê xwend û got: “ Tevgera Azadî,  Rêxistina Jinên Azadîxwaz û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, bi dirûşma  ‘ji bo Ocalan azadî’ kampanyayek nerazbûnê ya  greva birçîbûnê li dijî tecrîda li ser Ocalan dane destpêkirin. Em tecrîda li ser Rêber Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em hemû dizanin ku ev 18 sale Rêber Ocalan di girtîgeha yek kesî ya  Îmralî deye û ev çend mehe  dewleta Tirk tecrîd li ser Rêber  Ocalan daye destpêkirin.  Her wiha ev gelek sale ku rê nayê dayin  parêzerên wî serdana wî bikin.”

Her wiha Komel Serhed got: “Hemû rêxistinên civaka navnetewî û rêxistina mafê mirovan bi navê CPT jî li gel sucê tecrîdkirina Rêber Ocalan e û çavên xwe lê digrin. Ev rêxistinane di hemû dinyayê de xwe  weke parastvanê mafê mirov yê girtîgehên siyasî dibînin û xwe bê agahî dikin.” 

Piştgirê rakirina tecrîdê bin

Di dawiya daxuyaniyê de Komel Serhed  wiha got: “Em ji hemû gelan daxwaz dikin ku dengên xwe bikin yek û daxwaza azadiya Rêber Ocalan bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Ocalan, azadiya gelên bindestên herêmê û mîsogerkirina aştiya herêmêye.”

Biryare ku di çalakiyê de  gelek çalakiyên din were lidarxistin. Her wiha biryare ku welatiyên bajêr, partî û aliyên siyasiyên bajêr serdana kon  bikin û piştgiriya rakirina tecrîda li ser Ocalan bikin.


SORAN MIHEMED / ROJNEWS / KERKÛK