
SORAN MIHEMED / ROJNEWS / KERKÛK
Li ber baregeha çekdarên Seray Selam a li bajarê Kerkûkê du teqîn çêbûn. Her wiha du bombe jî hatin bêbandorkirin.
Doh saet 14:17’an li Taxa Etles a bajarê Kerkûkê du teqînên xwekujî çêbûn. Ev herdû êrîş li dijî baregeha çekdarên Seray Selam pêk hatin.
Li gorî yek ji şahidên bûyerê ku nexwest navê xwe eşkere bike; “Destpêkê parêzvanên baregeha çekdarî ya Seray Selam xwestin êrîşkaran bikujin. Belê pêş ew wan bikujin, êrîşkaran xwe teqand. Piştre bi dûrahiya 50 metre xwekujekî din jî xwe teqand. Piştî herdû teqînan her li heman cihê bûyerê 2 bombên pêştir hatin danîn ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Kerkûkê ve hatin bêbandorkirin.”
Her wiha li gorî zanyariyên hatine girtin, hejmara kesên di encama teqînê de hatine kuştin bû 4 û birîndar jî 18 in. Zerereke mezin a madî gihaye cihê bûyer lê çêbûyî. Çend wesaît kertine ber teqînê.
Ew avahiya ku niha çekdarên Seray Salim tê de ne, kiribûn baregeha xwe ku dikeve Taxa Quds a bajarê Kerkûkê. Pêştir baregeha PDK’ê bû.